ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23/06/2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23/06/2018
23 hezîran, 2018   04:00

*Hemleya Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêra Zorê şopandin.

*Pêvajoya duyemîn a Berxwedaniya Serdemê, rewşa şêniyên Efrînê li Şehba û çalakiyên ji bo Berxwedaniya Serdemê şopandin.

* Rûspiyên Bakurê Sûriyeyê li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê yên li ser herêmê diyar kirin ku Bakurê Sûriyê bi ewele ye tersî ku Tirkiyê îdîa dike û destnîşan kir ku ew ê li hemberî hewldanên dagirkirinê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

* Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên ku beşdarî dewreya perwerdeyê ya Sûqastê bûne diyar kir ku ew amade ne ji her hewldanên têkbirina ewlehiya bajêr bibin bersiv. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Delegeyên Konferansa Rizgarkirina Efrînê diyar kirin ku dê gelê Efrînê ji bo rizgarkirina Efrînê xwe birêxistin bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

* Emîne Ehmed bi kedê ve girêdayî ye û piştî seqet ma dîsa jî çandiniyê dike û çarenûsa civak li ser ferz dike, qebûl nake. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Meclîsa Tendurûstiyê ya herêma Şehba li gundê Babinis ê Şehbayê navendeke tendurûsiyê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

* Nêzî 100 ji şêniyên Iraqê ku li kampên Idlibê koçber bûn, derbasî Minbicê dibin da xwe bighînin kampa Holê ya Heseke û ji wir jî derbasî Iraqê bibin. Wan koçberan li ser destê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelekî zulm û tada dîtine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

* Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ibrehîm El-Qeftan diyar kir ku wan 18 civîn bi partiyên siyasî, gelê herêmê û hêzên navdewletî re lidar xistine û got ku armanca wan ji hemû civînan ew e ku aştî û aramî li tevahî Sûriyê pêk were. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA