Li Girê Spî qeza û 35 karker birîndar bûn

Erebeya ku karkerên jin û mêr dibir û tanîn qeza kir û di encamê de 35 karker birîndar bûn.

Li Girê Spî qeza û 35 karker birîndar bûn
Li Girê Spî qeza û 35 karker birîndar bûn
22 hezîran, 2018   19:17

GIRÊ SPÎ

Li gundê Şigrak ê girêdayî kantona Girê Spî erebeya ku karkerên jin û mêr dibe û tîne qeza derbas kir. Di erebeyê de 35 karker ku bi giştî temenê wan nêzî 18 salî bû, birîndar bûn.

Hêzên Asayîşê û Tirafîkê xwe gihandin ciyê qezayê û birîndar rakirin nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Girê Spî. Li gorî agahiyên nexweşxanê rewşa hinek birîndaran giran bû û ew rakirin nexweşxaneya bajarê Minbicê û rewşa birîndarên dîtir jî aram e.

(np)

ANHA