Hêzên rejîmê herêmên başûrê Sûriyeyê topbaran dikin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir ku hêzên rejîma Sûriyeyê li başûrê Sûriyeyê dest bi operasyoneke berfireh kiriye û gelek herêm bombebaran kirin.

Hêzên rejîmê herêmên başûrê Sûriyeyê topbaran dikin
22 hezîran, 2018   10:23

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku hêzên rejîma Sûriyeyê li ser lihevkirina Rûsya-Tirkiyeyê, Xûtaya Rojhilat û herêma Qelemon xistin bin dagirkeriya xwe û çeteyên El-Xûta û Qelemon li bakurê Sûriyeyê û bi taybet li Efrînê bi cih kirin, vê carê jî hêzên rejîmê berê xwe başûrê Sûriyêyê.

Herî dawî piştî ku lihevkirin li ser başûrê Sûriyeyê, ku bûye herêma agirbestê, hêzên rejîmê dest bi topbarana li ser herêmên di bin dagirkeriya komên çekdar de kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku hêzên rejîmê zêdetirî 12 qazanên teqemeniyê bi ser herêmên başûrê Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya çekdaran de avêtin.

Navendê destnîşan kir ku duh 12 hezar kes ji başûrê Sûriyê ji ber operasyonên hêzên rejîmê koçber bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên rejîmê di 11’ê Hezîranê de li dijî komên çekdar ên li başûrê Sûriyeyê dest bi operasyoneke leşkerî ya berfireh kir.

(bx/ew)