Erdogan ji encamên hilbijartinan ditirse

Bi nêzîkbûna roja 24'ê Hezîranê roja hilbijartinên Tirkiyeyê re, Erdogan ji têkçûna partiya xwe ditirse. Hêzên opozîsyonê jî xwe amade dikin ku rê li ber Erdogan û partiya wî bigirin ku di hilbijartinan de sextekariyê neke.

Erdogan ji encamên hilbijartinan ditirse
22 hezîran, 2018   10:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzîkbûna dema hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê re, Recep Tayyîp Erdogan tevî hevkariya partiya wî bi MHP'ê re, tê payîn ku piraniya dengên xwe di parlamentoyê de winda bike. Niha amadekariya wê kiriye ku alîgirên wî qebûl bikin ku piraniya endamtiya parlamentoyê winda bikin û bikevin tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê.

Erdogan roja çarşemê axivî û got ku heger wan kêmî 300 kursiyan bi dest xist, dê bi partiyên din re bikevin nava hevkariyê. Metirsiya Erdogan û hevkarê wî Devlet Behçelî gihaşt wê astê ku heke di hilbijartinan de bi ser nekevin, gefa dubarekirina hilbijartinan xwar.

Tiştê balkêş ew e ku  daxuyaniya Erdogan û hevkarê wî piştî referanduma hate lidarxistin û diyar kir ku ew ê nikaribin piraniya dengên parlamentoyê bi dest bixin, pêk hatiye. Di heman demê de tê payîn ku Erdgoan dê di tûra yekem de nekare bi ser bikeve, her wiha hate zanîn ku Muharrem Înce di tûra duyemîn de wê hevrikê Erdogan ê bi hêz be.

Li gorî anketa HDP'ê ku Erdogan û partiya wî dixwazin di bin benda hilbijartinan de bihêlin, wê HDP zêdetirî ji sedî 12 dengan bi dest bixe. Çavdêr dibêjin ku Erdogan ji hilbijartinan bi fikar û tirs e.