Hemleya paqijiyê li Kampa Berxwedan dest pê kir

Meclis û komînên Kampa Berxwedan a kantona Şehbayê îro dest bi hemleya paqijiyê kir. Bi sedan şêniyên ku li kampê bi cih bûne tevlî hemleya pagijiyê bûn.

Hemleya paqijiyê li Kampa Berxwedan dest pê kir
Hemleya paqijiyê li Kampa Berxwedan dest pê kir
Hemleya paqijiyê li Kampa Berxwedan dest pê kir
22 hezîran, 2018   09:45

ŞEHBA

Bi însiyatîfa meclis û komînên Kampa Berxwedan hemleya paqijiyê li kampê dest pê kir. Bi tevlêbûna bi dehan endamên saziyên sivîl, komîn, meclisên kampê û kadroyên Heyva Sor a Kurd, îro hemleya paqijyê dest pê kir.

Kesên ku tev li hemleyê bûn, amadekariyên wê kirin û dest bi paqijiya kampê kir.

Di hemleya paqijiyê de yek ji rêveberên kampê bang li şêniyên kampê kir ku li paqijiya kampê binêrin da ku nexweşî belav nebin û kirs û gemarê ber bi cihên wê yên taybet ve bibin.

(bx/ew)

ANHA