Rayedarên Başûr rê neda ciwanên Bakurê Sûriyeyê

Piştî rayedarên başûrê Kurdistanê rê neda ciwan derbasî Başûr bibin, ciwan hewl didin di ser pirê re derbas bibin.

Rayedarên Başûr rê neda ciwanên Bakurê Sûriyeyê
22 hezîran, 2018   09:34

QAMIŞLO

Nûçegihanên me yên hemleya Ciwanên Bakurê Sûriyeyê ya ber bi başûrê Kurdistanê ve dişopînin, diyar kir ku rayedarên başûrê Kurdistanê rê neda ku ciwan derbasî aliyê Başûr bibin û meşa xwe ya ber bi Qendîlê ve bidomînin.

Li ser vê yekê ciwan di vê navberê de hewl didin di rêya pirê re derbasî xaka Başûr bibin. Di heman demê de hêzên ewlekariyê yên hikumeta başûrê Kurdistanê rê girtine û hebûna xwe zêde kirine da ku rê nedin ciwan derbasî aliyê Başûr bibin.

Her wiha alozî li herêmê didome. Berpirsekî meşa ciwanên Bakurê Sûriyeyê destnîşan kir ku ew ê der barê mijarê de daxuyaniyekê bidin.

ANHA