Li Efrînê çalakiya sabotajê: 7 leşker û çete hatin kuştin

Şervanên YPG û YPJ‘ê li Efrînê li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakiyekê sabotajê lidarxist. Di encama vê çalakiyê de jî 2 leşker û 5 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li Efrînê çalakiya sabotajê: 7 leşker û çete hatin kuştin
21 hezîran, 2018   14:59

EFRÎN

Şervanên YPG/YPJ’ê de di çerçoveya Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê de li Efrînê li dijî çete û leşkerên dewleta tirk a dagirker rêze çalakiyan lidardixin. Li gor agahiyên çavkaniyeke ku ji navenda Efrînê ji me re ragihand îro di danê sibehê de li taxa Efrîna kevin a navenda Efrîn ji aliyê şervanên YPG/YPJ ve çalakiyek sabotajê hate lidarxistin û di encama vê çalakiyê de 2 ji wan leşkerên Tirk 7 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Çavkanî ragihand ku ji ber van çalakiyan metirsiyên leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê pir zêde bûye. Her wiha da diyar kirin ku ji ber metirsiyên xwe çete xaniyan ji dûr ve gulebaran û top baran dikin.

ANHA