Meşa ciwanan a ber bi Başûrê Kurdistanê ve destpê kir

Meşa ciwanên Rojava û Bakurê Sûriyê ya bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, ber bi Başûrê Kurdistanê ve dest pê kir.

Meşa ciwanan a ber bi Başûrê Kurdistanê ve destpê kir
21 hezîran, 2018   15:04

QAMIŞLO

Meşa ciwanên Cizîr, Reqa, Minbic, Dêrazor a bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Başûrê Kurdistanê piştî ku kerwanê ciwanên herêma Firatê gihiştin wan li gundê Xane Serî ber bi Deriyê Sêmalkayê ve dest pê kir.

Tê payîn ku dê ciwan bi şevê li gundekî herêma Koçerat bimînin û sibe bi piyan ber bi deriyê Sêmalkayê ve berdewam bikin.

ANHA