Generalekî Amerîkî ji Minbicê: Em ê ewlekariya Minbicê biparêzin

Jeneralekî payebilind Amerîkî ji bajarê Minbicê got ku ew ê li Minbicê bimînin û ewlekariya wê ji her xeteriyan biparêzin.

Generalekî Amerîkî ji Minbicê: Em ê ewlekariya Minbicê biparêzin
21 hezîran, 2018   13:42

MINBIC

Şandeyek ji fermandarên Amerîkî ku di nav de Fermandarê Hêzên Amerîkî li Rojhilata Navîn Jeneral Joseph Fotill û Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Amerîka Jean Rudd ji bo şopandinê hatin Minbicê. Endamên şandeyê li gel şandeyek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê û fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li nav bajarê geriyan.

Joseph Fotill ji welatiyan rewşa ewlehî ya bajar pirsî. Dukanderekî bersiva pirsa Joseph Fotill da û got, "El-Hemdullah, Minbicê bi ewle ye, lê rastî gefan tên, armanc jê derxistina tevlihviyê ye û têkbirina ewlehiya bajar e, bi giştî rewş di nava bajar baş e û aram e."

Joseph Fotill, ji şêniyan re diyar kir ku ku ew ê li Minbicê bin û wê ji her  xeteriyan biparêze..

Herdû di van kêliyan de li avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê civînek ji çapemeniyê re girtî lidar xistine.

(bb)

ANHA