Çalakiyên artêşa Yemenê li berava ber bi El-Hudeyda ve didomin

Çalakiyên leşkerî yên artêşa Yemenê bi alîkariya koalîsyona Erebî li berava bakur ber bi bajarê El-Hudeyda ve berdewam in

Çalakiyên artêşa Yemenê li berava ber bi El-Hudeyda ve didomin
21 hezîran, 2018   12:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya nûçeyan a SkyNews'ê şer û pevçûn li seranserî berava bakurê El-Xoce ber bi berava bajarê El-Hudeyda ve car bi car giran û sivik dibin û bi taybet li aliyên bakurrojhilat û bakurrojavayê balefirgeha El-Hudeyda.

Armanc ji çalakiyên leşkerî piştî wergirtina balefirgeha El-Hudeyda, ew e ku koma Ensarullah El-Hosî ji riya sereke bête dûrxistin.

Her wiha şevê din li deverên El-Micêlis a karîgeriya Bêt El-Feqîh pevçûnên giran rû dan. Koma Ensarullah El-Hosî jî bi dijwarî deverên ku winda kirine topbaran kirin. Di encamê de 9 kes mirin.

(jh)