Jinan banga avakirina komîteyeke wergirtina rastiyan li Efrînê kir

Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya Kongreya Star û hejmareke rêxistinên jinan di daxuyaniyekê de bang li Konseya Ewlehiyê û Civaka Navnetewî kirin ku  komîteyeke wergirtina rastiyan li hundirê Efrînê ava bike da ku rewşa welatiyên Efrînê û destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê bêne eşkere kirin.

Jinan banga avakirina komîteyeke wergirtina rastiyan li Efrînê kir
Jinan banga avakirina komîteyeke wergirtina rastiyan li Efrînê kir
Jinan banga avakirina komîteyeke wergirtina rastiyan li Efrînê kir
21 hezîran, 2018   11:45

QAMIŞLO / HESEKÊ

Di çarçoveya çalakiyên qonaxa duyemîn a hemleya Kongreya Star a şermezarkirina destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li Efrînê ya di bin durişmeya "Ji bo Efrînê serî hildin" de, Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya Kongreya Star a bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo û Komîteya Têkliyên Kongra Star a bajarê Hesekê di du daxuyaniyên cûda de destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê di derheqê welatiyên Efrînê de û hewldana wê ya guhertina demografîk li Efrînê şermezar kirin.

Li Dêrikê daxuyanî bi hevkariya Yekîtiya Jinên Suryan, Nûnerên Jin ên Ermenî di Meclîsa Devera Dêrikê de, Meclîsa Jinên Kildan ên Dêrikê, Jinên Ereb ên Dêrikê û Weqfa Jinên Ereb hate dayîn.

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongra Star a bajêr ji aliyê Endama Kongreya Star Wehîbe Çeto ve hate xwendin.

Li bajarê Hesekê jî bi dehan jin li Navenda Xabûr a Çand û Hunerê ya bajarê Hesekê kom bûn û daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Têkliyên Dîplomasî Silava Şêxmûs ve hate xwendin.

Di daxuyaniyan de wiha hate gotin:

"Kiryar û destdirêjiyên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji  her kesî re eşkere ne, nemaze bi komployeke navnetewî û lihevkirina di navbera hin dewletan de û bi alîkariyeke zelal ji aliyê Rûsyayê ve di dagirkirina Efrînê de û guhertina demografiya wê pêk hatiye. Dagirker bi rêbazên herî hovane li dijî welatiyên me yên li Efrînê êrîşên xwe yên nijadperest pêk tînin.

Toranîst û çeteyên wê hêjî kiryar û destdirêjiyên herî qirêj weke kuştin û destdirêjiya li welatiyên sivîl ên Efrînê pêk tînin. Kesên ji van destdirêjiyan ziyanan dibînin herî zêde jin û zarok in.

Di dawiya daxwuyaniyan de bang li rêxistinên navnetewî û jinan û civaka navnetewî û Konseya Ewlehiyê hate kirin ku destwerdana  xwe bikin û welatiyên Efrînê biparêzin û dagirkerên Toranîst û çeteyên wê ji Efrînê derbixînin. Her wiha rê li pêşiya kiryar û destdirêjiyên qirêj ên dagirkeriya Tirkikyeyê li Efrînê bigirin. Em bang li van aliyan dikin ku komîteyeke wergirtina rastiyan û lêpirsînê li Efrînê ava bikin da ku rewşa welatiyên Efrînê û kiryarên li dijî welatiyan bêne eşkerekirin. Her wiha alîkariya mirovahî di hemû aliyan de bi welatiyên Efrînê re bikin."

(jh)

ANHA