‘Em ê bi rihê Avesta û Arînan li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan’

Ciwanên kantona Qamişlo bi şîara ‘Serî Hilde’ ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê berê xwe da deriyê Sêmalka. Ciwanan diyar kir ku dê bi rihê Avesta û Arînan li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan.

‘Em ê bi rihê Avesta û Arînan li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan’
21 hezîran, 2018   11:31

QAMIŞLO

Ciwanên Bakurê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê, li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser başûrê Kurdistanê di çarçoveya ‘Hemleya Duyemîn a Serî Hilde’ de ber bi deriyê Sêmalka ve  diherikin. Li bendê ye ku hezar ciwan derbasî başûrê Kurdistanê bibin.

Ciwanên kantona Qamişlo jî îro berê xwe da Dêrikê û dê ji wir jî bi ciwanên kantonên din re berê xwe bidin deriyê Sêmalka. Li Qamişlo di saetên sibehê de 100 ciwan û di saetên nîvro de jî 60 ciwan bi dirûşma ‘Serî Hilde’ û bi erbaneyan ber bi başûrê Kurdistanê ve ketin rê.

Ji ciwanên ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk rabû ser pêyan û ket ser rêya başûrê Kurdistanê jî Barî Botan e. Botan diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ferqê naxe nava kurdan û êrîşî tevahî kurdan dike û wiha got: “Bi taybet dixwazin ciwanên kurd ku hêza civakê ye, tune bikin. Ji bo vê jî em wek ciwan li dijî dagirkeriya dewleta tirk rabûne ser pêyan. Dê ciwanên kurd bi rihê Arîn û Avestayan li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan. Em bang li ciwanên kurd bi taybet jî ciwanên başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî dagirkeriyê rabin ser pêyan.”

‘Divê hemû ciwan rabin ser pêyan’

Ciwanê bi navê Serdar jî dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir û wiha axivî: “Em ê ji bo rawestandina dagirkeriya dewleta tirk berê xwe bidin başûrê Kurdistan. Em wek ciwanên kurd hazir û amede ne ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk çi bikeve ser milê me, em bikin.”

Ciwanan bi dirûşmên “Serî hilde” berê xwe da Dêrikê.

ANHA