'Betalkirina hin dengên hilbijartinên ne destûrî ye'

Dadgeha Federal a Îraqê biryar girt ku betalkirina hin dengên hilbijartinan li derve û koçberan û pêşmerge di hilbijartinên parlemanê de ne destûrî ye.

'Betalkirina hin dengên hilbijartinên ne destûrî ye'
21 hezîran, 2018   09:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Federal a Îraqê îro ragihand ku biryara parlemana Îraqê ya jinûve veqetandina dengên hilbijartinên parlemanê bi destan ne li dijî destûrê ye.

Dadgeha Federal a Îraqê piştrast kir ku ew piştgiriya guhertina sêyemîn a qanûna hilbijartinan dike ku parlemanê dengdayîna wê kiriye ya di derbarê hilbijartinên dawî de ku di 12'ê Gulanê de hatine lidarxistin û li gorî wê jinûve veqetandina % 10 ji dengan bi destan tê kirin.

Dadgehê her wiha biryar girt ku betalkirina dengên li derve û koçberan û Pêşmergeyan di hilbijartinên parlemanê de ne destûrî ye.

Parlmana Îraqê di dawiya meha Gulanê ya borî de dengdayîna biryarekê kir ku li gorî wê aliyên têkldar vegerandina baweriyê bi çalakiya hilbijartinan misoger bikin.

Di biryarê de "çalakiya jinûve veqetandina % 10 ji dengan bi destan tê kirin. Eger % 25 ji dengên hatine veqetandin cûdahî hebe, jinûve veqetandina dengan li hemû parêzgehan tê meşandin û tavilê kopiyeke dengdayînê û encamên hilbijartinan ji aliyên siyasî re tê şandin."

(jh)