12 hezar sivîl ji başûrê Sûriyeyê koçber bûn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku piştî destpêkirina hêzên rêjîmê ya çalakiya leşkerî li başûrê Sûriyeyê 12 hezar welatiyên sivîl ji başûr koçber bûn.

12 hezar sivîl ji başûrê Sûriyeyê koçber bûn
21 hezîran, 2018   09:50

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku piştî destpêkirina hêzên rêjîmê ya çalakiya leşkerî li başûrê Sûriyeyê 12 hezar welatiyên sivîl ji başûr koçber bûn.

Rêjîma Sûriyeyê di 11'ê Hizêranê de destpêkirina çalakiya leşkerî ya berfireh li başûrê Sûriyeyê li dijî komên çekdar ên li Başûr ragihand. Rêjîmê gelek deverên herêma başûrê bajarê Şamê û herdu bajarên Deraa û Quneytera topbaran kirin.

(jh)