'Tirkiye roleke neyînî di aloziya Sûriyeyê de dilîze'

Dîdargeha Olan a Cizîrê û Bakurê Sûriyê diyar kir ku dagirkeriya Tirk di aloziya Sûriyê de roleke neyînî dilîze û herî dawî jî di dagirkirina Efrînê de ev tişt piştrast bû. Dîdargeha Olan bang li AKP'ê kir ku helwesta xwe biguherîne û bang li partiyên opozîsyona Tirkiyeyê kir ku li helwesta xwe vegerin û hevgirtina xwe xurt bikin da ku rê li pêşiya dijberên aştiyê yên Rojhilata Navîn were girtin.

'Tirkiye roleke neyînî di aloziya Sûriyeyê de dilîze'
20 hezîran, 2018   11:46

QAMIŞLO

Dîdargeha Olan a herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê di derbarê hilbijartinên pêşwext ên Tirkiyeyê û dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê û êrîşên wê li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî li navenda Dîdargeha Olan a bajarê Qamişlo ji aliyê Hevserokê Mala Êzdiyan û Endamê Dîdargeha Olan a herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê Ilyas Sîdo ve bi amadeb]na endamên Dîdargehê û nûnerên hersê olên Îslamî, Xiristiyanî û Êzdî hate xwendin.

Daxuyaniya Dîdargeha Olan wiha ye:

"Em weke nûnerên hersê olên Îslamî, Xiristiyanî û Êzdî li herêma Cizîrê û Bakurê Sûriyeyê armanca me belavkirina hezkirin, edalet û aştiyê li Rojhilata Navîn û giştî cîhanê ye. Em dibînin ku evan şerên xwîndar berûvajî daxwaza Xweda ye. Xwedayê mezin ti carî zulma li ser îbadên xwe qebûl nake û tenê hezkirin, edalet û aştiyê ji wan dixwaze. Em dibînin ku ev xwîna ku li giştî cîhanê û Rojhilata Navîn tê rijandin, tenê hêrsa Xwedayê mezin bi xwe re tîne. Nemaze ji ber ku welatan hildiweşîne û mirovan li şûna Xweda dikuje.

Em bang li dewleta Tirk dikin û bi bîra wê tînin ku rola wê di aloziya Sûriyeyê de gelekî neyînî ye û hêjî vê helwesta xwe bi taybet li Bakurê Sûriyeyê berdewam dike. Diviya bû Tirkiyeyê ji bo çespandina ewlehiya li Bakurê Sûriyeyê bixebitiya, lê berûvajî wê hewl dide şer û nakokiyan li herêmê derbixîne û gelek herêman dagir bike. Herî dawî bi alîkariya komên di bin navê Artêşa Azad de herêma Efrînê dagir kir. Kiryarên wê hovîtiya komên terorîst ên cîhanê derbas kiriye. Destdirêjiyê li welatiyên sivîl dike û mal û milkên welatiyên Efrînê dûrî nirxên mirovahiyê talan dike.

Di van demên dawî de jî dewleta Tirk gefa çalakiyeke leşkerî li dijî Başûrê Kurdistanê û çiyayên Qendîl dixwe. Ev helwesta Tirkiyeyê tenê girêdayî hişmendiyeke xweberfirehkirnê ye û aloziyên li herêmê kurtir dike. Nemaze dijminahiyê li herêmê zêde dike û bandora vê yekê jî dê neyînî dirêj bike. Metirsiya me ew e ku AKP'ê di hilbijartinan de bi ser bikeve û di encamê de biryarên tekalî werbigire û dê çareseriyên aştiyane têk bibe û alozî û xwînrijandina li herêmê zêde bike.

Ji ber vê yekê em bang li AKP'ê dikin ku li helwesta xwe vegere û em bang li partiyên opozîsyonê dikin ku hevgirtina xwe xurt bikin û rê li pêşiya helwestên li dijî aştiyê li herêma Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bigirin.

Em xêrxwaziyê ji giştî cîhanê re dixwazin. Em banga xurtkirina hezkirin, edalet û aştiyê dikin."

ANHA