Koalîsyona Erebî berê xwe da bendera El-Hudeyda

Hêzên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdî pêşengiya wê dike, piştî balafirgeha El-Hudeyda bi dest xist, niha berê xwe da bendera El-Hudeyda. Hate zanîn ku li kolana Kornîş ku rêya çûyîna benderê y, şer rûdidin.

Koalîsyona Erebî berê xwe da bendera El-Hudeyda
20 hezîran, 2018   11:16

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku hêzên Yemenê yên piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî ya Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike duh balafirgeha El-Hudeyda bi dest xist, îro di saetên sibê de berê xwe da bendera bajar.

Fermandarê Hêzên Koalîsyona Erebî yê Berava Rojava ya Yemenê yê Îmaratên Erebî Ebdulselam El-Şihî di dîmenekê de ku ji aliyê Ajansa Îmarat ve hate weşandin, got ku rizgarkirina balafirgeha El-Hudeyda bi beşdarbûna tugayên El-Emaliqa û piştgiriya hêzên koalîsyonê hate destpêkirin û ev tişt anî ziman: "Balafirgeh ji hûsiyan bi temamî hate paqijkirin û niha di destê hêzên me de ye."

Li aliyê din çavkaniyên ji hikumeta Yemenê ji ajansa Frace Prees re got ku hêzên Yemenê bi piştgiriya Koalîsyona Erebî ber bi bendera El-Hudeyda ve pêşve diçe û tekez kir ku tenê 8 kîlometre di navbera wan û benderê de maye.

Çavkaniyên tenduristiyê destnîşan kir ku di nava 48 saetên dawîn de 156 çekdarên hûsiyan hatin kuştin û bi dehan birîndar bûne, di heman demê de 28 endamên artêşa Yemenê û Koalîsyona Erebî hatin kuştin. Bi vê yekê hejmara kuştiyên her du aliyan ji destpêka hemleya El-Hudeyda ve derket 348’an.