Li Tebqayê Buroya Ewlehiya Sûkan dest bi xebatê kir

Şaredariya Gel a Tebqayê piştî ku buroya Ewlehiya Sûkan li bajarê Tebqayê vekir, erkeke nû li karê xwe zêde kir.

Li Tebqayê Buroya Ewlehiya Sûkan dest bi xebatê kir
20 hezîran, 2018   08:40

TEBQA

Armancê şaredariya gel ji vekirina buroyê ew e ku piştî bajarê Tebqayê ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate rizgarkirin û tevgera bazirganiyê li bajar zêde bûye, parastina sûkan jî zêde bike.

Di buroyê de 10 endam 24 saetan dixebitin. Karê wan ê sereke ku tevgera ewlehiya giştî tevlihev dike bişopînin. Bi taybet ji ber ku qerebalixa bajarê Tebqayê zêde ye û hejmara niştecih û koçberan bûye zêdetirî sed hezar kesî.

Di vê çarçoveyê de yek ji endamên rêveberiya Buroya Ewlehiya Sûkan Mihemd El-Mihemed got ku wan hejmara kesên ku parastina sûkan dikin, zêde kirine.

El-Mihemed got ku karê parastina sûkan ji saet 9:00’ê êvarê heta 6:00’ê sibê didome.

El-Mihemed di berdewama axaftina xwe de got ku rola jinan di buroyê de sereke ye û cihê xwe di rêveberiyê de jî digire û ev tişt anî ziman: "4 jin cihê xwe di buroyê de digirin. Tevî hemû zehmetiyan jî erka xwe pêk tînin û tev li gera bi şev a di nava sûkan de dibin."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şaredarî karê avakirina buroyên ku xizmeta şêniyên Tebqayê dike, didomîne.

(bx/ew)

ANHA