Şêniyên kampa Eyn Îsa ji ber çirava kanalîzasyonê bi gazin in

Çirava kanalîzasyona kampa Eyn Îsa di nav bêdengiya rêxistinên navneteweyî û kêmderfetên şaredariya navçeyê de, jiyana şêniyên kampê dixe metirsiyê.

Şêniyên kampa Eyn Îsa ji ber çirava kanalîzasyonê bi gazin in
Şêniyên kampa Eyn Îsa ji ber çirava kanalîzasyonê bi gazin in
Şêniyên kampa Eyn Îsa ji ber çirava kanalîzasyonê bi gazin in
Şêniyên kampa Eyn Îsa ji ber çirava kanalîzasyonê bi gazin in
20 hezîran, 2018   08:42

TIRKÎ EL-KALIT/GIRÊ SPÎ

Şêniyên kampa Eyn Îsa yê girêdayî kantona Girê Spî, ji ber ku çirav di ji hêla rêxistinên têkildar ve xebatên kanalîzasyona kampê nehatin temamkirin, bi gazinc in.

Ji ber lehiyên dawiyê rûbara çiravê 2 hezar metre fireh bûye. Bi hatina havînê re çirav bûye navenda bêhna nexweş û belavbûna nexweşiyan, ji lew re şêniyên kampê bi gazinc in.

Der barê vê mijarê de hevserokê Komîteya Teknîk a şaredariyê Osman Bozan diyar kir ku şaredarî bi derfetên xwe yên heyî çiravê ji avê vala dike û wiha got: "Herêma ku çirav lê çêbûye, herêmeke nizm e.  Ji ber kombûna ava çirava ku di navbera her du aliyên rêya giştî ku herêmên (Eyn Îsa, Minbic, kantona Cizîrê) li Bakurê Sûriyeyê girê dide, metirsiya hilweşîna rêyê zêde dike.

Hevserokê Komîteya Teknîk a Kampa Eyn Îsa ya girêdayî Meclisa Sivîl a navçeyê Celal El-Eyaf bang li rêxistinên mirovî kir ku xebatên kanalîzasyona kampê nîvçe hiştin, bi erkên xwe rabin û xebatên xwe berdewam bikin.

Hêjayî gotinê ye ku rêxistinên navneteweyî bi xebatên kanalîzasyona kampê radibûn.

(şx/ew)

ANHA