Şêniyên Minbicê li dijî dagirkeriyê çalakiyan li dar dixin

Bi sedan şêniyên herêma Minbicê û gundewarên wê li hemberî kiryarên dewleta tirk a dagirker çalakiyan li dar dixin.

Şêniyên Minbicê li dijî dagirkeriyê çalakiyan li dar dixin
20 hezîran, 2018   08:35

MNIBIC

Bi sedan şêniyên herêma Minbicê û di nav de endamê saziyên sivîl, leşkerî û Meclisa Minbicê ya Sivîl jî tev li çalakiyên ku li hemberî kiryarên dewleta tirk a dagirker wê bên lidarxsitin.

Her wiha li kêleka gelê Minbicê, bi sedan şêniyên bajarê Tebqa û Reqayê jî amade dibin.

Çalakî bi dirûşma "Rêveberiya Minbicê ya Sivîl nûnerê rasteqîn ê îradeya gel e" wê bê lidarxistin.

Çalakî ji çerxerêya Beta ya destpêka başûrê bajar hate destpêkirin, di çalakiyê de şêniyan pankartên "Gelê Minbicê lihevkirina Tirkiye û Amerîkayê qebûl nake, Ciwanên Minbicê nahêlin dîroka osmanî vegere, Erê ji berxwedana li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê ya xeşîm, Zarokên Minbicê hatina Tirkiyeyê qebûl nakin” hildan. 

Çalakiyê hemû kolanên bajar girt û beşdaran bi sloganên ku dagirkeriya dewleta tirk şermezar dikin berê xwe da qada giştî ya navenda bajêr.

Ev çalakiya ku ji aliyê gelê Mnibicê ve hatiye lidarxistin armanca wê ew e ku bê aşkerakirin ku lihevkirinên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de tên kirin ji aliyê şêniyên Minbicê ve nayên qebûlkirin.

Tê zanîn ku Minbic di 15`ê Tebaxa 2016`an de ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate rizgarkirin, piştî şerê 72 rojan bi dijwarî dewam kir.

(cu-ew)

ANHA