Komeleya Tirkmenan: Em ê ji bo jiyana azad li ber xwe bidin

Li Minbicê Komeleya Tirkmenan der barê dagirkeriya dewleta tirk û destwerdana wê ya li xaka Sûriyê de daxuyeniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dagirkeriya Tirkiyeyê hemû zagonên navdeweletî bipê dike.

Komeleya Tirkmenan: Em ê ji bo jiyana azad li ber xwe bidin
19 hezîran, 2018   12:56

MINBIC

Daxuyaniya Komeleya Tirkmenan li pêşiya navenda komeleyê ji aliyê yek ji rêveberên komeleyê Fayîz Heyder ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Em wek pêkhateya tirkmen a bajarê Minbicê û gundewarên wê û hemû gelê Sûriyê dagirkeriyê Tirkiyeyê û destwerdana wê ya li xaka Sûriyê şermezar dikin. Dewleta tirk bi vê yekê hemû zagonên navdewletî binpê dike.

Em bang li hemû hêzên demokratîk û azadîxwaz dikin ku li hemberî kiryar û armancên Tirkiyeyê ku azadî û mafên gelên Cerablus, Bab, Ezaz û Efrînê binpê dike, helwesta xwe diyar bikin.

Em dizanin ku armanca dirêjkirina aloziya Sûriyê ew e ku dewletên derve destwerdana Sûriyê bikin û bi taybet dewleta tirk a dagirker. Dagirker dixwazin aloziyê zêde bikin da ku armancên xwe pêk bînin. Baweriya me bi hêz û îradeya me heye ku em dikarin ji bo jiyana azad li ber xwe bidin. Em hêza xwe ji têkoşîn û berxwedana şehîdên xwe digirin."

(bx/ew)

ANHA