Amadekariyên lidarxistina konferansa ciwanên Reqayê didome

Ciwanên Reqayê amadekariyên lidarxistina Konferansa xwe ya yekemîn didomînin.

Amadekariyên lidarxistina konferansa ciwanên Reqayê didome
19 hezîran, 2018   13:19

REQA

Bi amadebûna bi dehan ciwanên bajarê Reqayê, Komîteya Amadekar a yekemîn konferansa ciwanên Reqayê ku dê 29‘ê Hezîranê were lidarxistin, civîna duyemîn lidar xistin.

Di civînê de, gelek mijar girêdayî ciwanan hate vekirin, ji wan; avakirina komîteyên perwerde, rêxistinî, çawaniya aktîvkirin û pêşxistina ciwanan.

Derbarê amadekariyên konferansê, Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Enwar El-Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku armanca konferansê dengê ciwanên Reqayê ji cîhanê re ragihînin û daxwaznameyên wan bi salan jê mehrûm mane guhdar bikin.

El-Ehmed, her wiha anî ziman ku di ciwanan de nêrîn û pêşniyarên ciwanan tên lêkolînkirin û dê di konferansê de bêne vegotin.

(bb)

ANHA