Embarên Eyn Îsa tijî bûn

Komîteya Aborî ya navçeya Eyn Îsa ragihand ku ew êdî nema genim û ceh ji cotkaran dikirin. Komîteyê dest bi dayîna nirxên genim kir.

Embarên Eyn Îsa tijî bûn
Embarên Eyn Îsa tijî bûn
Embarên Eyn Îsa tijî bûn
Embarên Eyn Îsa tijî bûn
19 hezîran, 2018   12:49

GIRÊ SPÎ

Komîteya Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsa diyar kir ku ji ber cotkarên ku zêde berê xwe didin embarên navçeyê, embar tijî bûn. Komîteyê da zanîn ku ew êdî nema dikarin genim û ceh ji  welatiyan bistînin.

Embarên geim ên navçeyê heta niha 10 hezar ton genim ji cotkarên navçeyê wergirtiye. Ev 13 roj e komîte genim li embara behsa mijarê pêşwazî dike.

Hevserokê Komîteya Aborî ya Eyn Îsa Salih El-Cidir diyar kir ku wan berê cotkaran da embarên navçeya El-Celebiye ya kantona Kobanê da ku berhemên xwe li wir teslîm bikin.

Komîteyê di heman demê de dest bi dayîna nirxên berhemên 400 cotkaran kir. Hate gotin ku komîteyê dê her kîloyek genim di navbera 170 û 175 lîreyên Sûriyê de kirî.

ANHA