Li Tebqayê perwerdeya mamosteyan sibê dest pê dike

Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê amadekariyên dewreya perwerdekirina mamosteyên herêmê ku dê sibê dest pê bikin, bi dawî kir.

Li Tebqayê perwerdeya mamosteyan sibê dest pê dike
Li Tebqayê perwerdeya mamosteyan sibê dest pê dike
19 hezîran, 2018   12:35

AYÎŞE MEDOR / NÛRÎ UMER / TEBQA

Komîteya Perwerdeyê ya herêma Tebqayê beriya cejna Remezanê amadekariya ekîba ku dê  dewreya perwerdeyê ji 75 mamosteyan re veke, bi dawî kir. Dê mamoste li ser rêbazên dayîna perwerdeyê, sîstema perwerdeyê û psîkolojiya xwendekaran werin perwerdekirin.

Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Tebqayê Henan El-Faris ji ajansa me re axivî û diyar kir ku amadekariyên wan ji bo pêşwazîkirina mamosteyên ku dê tev li dewreyê bibin, bi dawî bû.

El-Faris her wiha da zanîn ku 11 navendên wan ji bo perwerdeya mamosteyan hene û got ku 3 ji wan li bajarê Tebqayê û 8 jî li derveyî bajar in. Ên li derveyî bajar li gundewarên Cirniye û  El-Mensûrayê ne.

Henan El-Faris destnîşan kir ku heta niha hejmara mamosteyên navê xwe qeyd kirine gihaştiye hezar û 800’î, her wiha hejmarek zêde ya kesên ku zanîngeh bi dawî kirine û dixwazin hêza xwe bixin xizmeta nifşên nû heye.

Her wiha Henan El- Faris destnîşan kir ku dewreya wan dê di 20'ê hezîranê de dest pê bike û got ku dê dewreya wan 42 rojan dewam bike û wiha dom kir: "Dewre dê li gorî 2 qonaxan were dabeşkirin, di dewreya yekem de wê rêgezên neteweya demokratîk û girîngiya perwerdeyê were nîqaşkirin. Di qonaxa duyemîn de jî dê semîner li ser materyalan û çawaniya perwerdeyê werin dayîn, her wiha dê sîstema perwerdeyê were nîqaşkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku mamoste werin pêşxistin."

ANHA