Li Kobanê û Serêkaniyê ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê

Li kantona Kobanê welatiyan sersaxî ji malbata şehîd Zinar Kobanê (Edhem Bozan Koro) û li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê jî sersaxî ji malbata endamê Asayîşê Hesen El-Bekir re xwest.

Li Kobanê û Serêkaniyê ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê
Li Kobanê û Serêkaniyê ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê
Li Kobanê û Serêkaniyê ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê
Li Kobanê û Serêkaniyê ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê
Li Kobanê û Serêkaniyê ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê
Li Kobanê û Serêkaniyê ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê
Li Kobanê û Serêkaniyê ji bo şehîdan merasîmên sersaxiyê
19 hezîran, 2018   11:55

 KOBANÊ/HESEKÊ

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê berê xwe da konê sersaxiyê ku li taxa Botan Şerqî ji bo şehîd Zinar Kobanê hatibû vedan û sersaxî ji malbatê re xwest.

Şehîd Zinar Kobanê di 6'ê meha Hezîranê de li herêma Besta ya bakurê Kurdistanê di encama êrîşên dewleta tirk de şehîd bû.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê malbatên şehîdan Arif Balî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Balî got ku ew ê xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin û heta dawiyê şopdarên rêya wan bin.

Li ser navê malbata şehîd Zinar Kobanê jî axaftin hate kirin û wiha hate gotin: “Me soz dayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku em ê rêya wî û rêya hemû şehîdan bişopînin.”

Li bajarê Serêkaniyê yê kantona Hesekê jî bi sedan welatiyan sersaxî ji malbata endamê Asayîşê Hesen El-Bekîr re xwest.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin. Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdelrezaq Mihemed axivî, bixêrhatina beşdaran kir û sersaxî ji malbata her du şehîdan re xwest. Mihemed di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku şehîd ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda dikin.

Di berdewama merasîmê de li ser nevê YPG`ê Azad Welat axivî û wiha got: "Serkeftin û destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan pêk hatiye. Bila dijmin bizane ku em ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin. Em ê xeta şehîdên xwe bidomînin û destkeftiyan heta dawiyê biparêzin."

Di merasîmê de her wiha li ser navê Kongreya Star Fediye Ibrahîm axivî û wiha got: "Gelek şehîdan di oxira parastina xaka welat de canê xwe feda kir.”

Piştî ku merasîm bi dawî bû, girse bi dirûşmên "Şehîd namirin" ji bin kon derket.

ANHA