Şaredariyên navçeyên Hesekê kiryarên dagirkeran ên li Efrînê şermezar kirin

Şaredariyên gel ên navçeyên bajarê Hesekê bang li hemû hêzên demokratîk ên cîhanê kir ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bisekinin da ku şêniyên wê li warê xwe vegerin.

Şaredariyên navçeyên Hesekê kiryarên dagirkeran ên li Efrînê şermezar kirin
19 hezîran, 2018   10:58

HESEKÊ

Şaredariyên gel ên navçeyên Hesekê der barê kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de kiryarên hovane yên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê hatin şermezarkirin.

Daxuyanî li ber avahiya Şaredariya Gel a navçeya El-Xerbiye ya bajarê Hesekê hate xwendin. Bi dehan endamên şaredariyan tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Şaredariya Gel a navçeya El-Xerbiye Cîhan Xelîl ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, guhertina demografîk, dizî û talankirina sivîlên Efrînê hate şermezarkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta tirk a dagirker dibêje ku dê derbasî bajarê Minbicê bibe da ku hemû kiriyarên hovane ku li Efrînê pêk tîne li Minbicê dubare bike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armancên dewleta tirk a dagirker lê vê derê nasekinin û dixwaze ku herêma Kurdistanê dagir bike da ku armancên xwe yên osmanî pêk bîne.

Şaredariyên navçeyên Hesekê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû hêzên demokratîk û aştîxwaz ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê helwesta xwe diyar bikin da ku şêniyên Efrînê li warê xwe vegerin.

(bx/ew)

ANHA