Li dijî dagirkeriya dewleta tirk ciwan dê ji sînor derbas bibin

Ciwanên Bakurê Sûriyeyê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û êrîşên wê yên li dijî Qendîlê, amadekariya xwepêşandanekê dikin ku dê piştî du rojan were lidarxistin. Tê payîn ku ciwan di xwepêşandana xwe de derbasî başûrê Kurdistanê bibin. Girêdayî mijarê Koordînasyona Giştî ya Ciwanên Rojava bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî xwepêşandanan bibin û li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li başûrê Kurdistanê derkevin.

Li dijî dagirkeriya dewleta tirk ciwan dê ji sînor derbas bibin
19 hezîran, 2018   11:03

KOBANÊ

Li dijî pêşgaviya hêzên Tirkiyeyê di hundirê axa başûrê Kurdistanê de bi hinceta ku dê şerê gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bike, hêzên Tirkiyeyê bi qasî 30 km derbasî axa başûrê Kurdistanê bûne û li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê Iraq û raya giştî ya navneteweyî bê deng e.

Girêdayî mijarê Koordînasyona Giştî ya Ciwanên Rojava bang li welatiyên Bakurê Sûriyeyê kir ku beşdarî xwepêşandana piştî du rojan bibin ku dê ji gelek bajarên Bakurê Sûriyeyê ve dest pê bike. Ciwanên Bakurê Sûriyeyê dê li ber deriyê sînor ê Sêmalka kom bibin û derbasî başûrê Kurdistanê bibin û dê ber bi herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de biçin.

Endama Koordînasyona Giştî ya Ciwanan a Herêma Firatê Rodîn Kobanê ji ajansa me re axivî û got ku ev xwepêşandan qonaxa duyemîn a hemleya "Serî Hilde" ye ku li seranserî bakurê Sûriyeyê hatibû lidarxistin û tê de bi sedan çalakiyên ciwanan ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin lidarxistin.

Rodîn Kobanê destnîşan kir ku ev xwepêşandan wekî bertekekê li dijî destdirêjî û êrîşên dewleta tirk li dijî herêmên kurdan ên li seranserî Kurdistanê ne.

Tê payîn ku xwepêşandan roja 21'ê vê mehê saet di 08:00'an de ji navenda ciwanan a bajarê Kobanê dest pê bike û ber bi bajarê Dêrikê ve bimeşe. Xwepêşandan dê ji bajarê Dêrikê jî li ser pêyan ber bi deriyê sînor ê Sêmalka ve biçe.

Kobanê destnîşan kir ku ciwanên ji hemû pêkateyan dê beşdarî xwepêşandanê bibin, nemaze ciwanên Reqa, Minbic, Tebqa, Eyn Îsa, Girê Spî û Kobanê û ciwanên herêma Cizîrê jî dê beşdarî xwepêşandanê bibin û wiha got: "Metirsiya dagirkeriya Tirkiyeyê gefan li tevahiya herêmê dixwe. Ji ber vê yekê divê hemû ciwan li dijî destdirêjiya dewleta tirk serî hildin."

Endama Koordînasyona Giştî ya Ciwanan a herêma Firatê Rodîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê ciwan vê metirsiya li ser herêmê nas bikin û li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.

Tê payîn ku xwepêşandan piştî du rojan were lidarxistin û dê sînorê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de derbas bike. Têkildarî rêvekirina rayedarên başûrê Kurdistanê ji ciwanan re li dijî dagirkeriyê hê jî agahî nehatine bidestxistin ka dê rê vekin an na.

ANHA