Li Til Koçerê Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hate vekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê duh li navçeya Til Koçer a kantona Qamişlo bi merasîmekê Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan vekir.

Li Til Koçerê Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hate vekirin
19 hezîran, 2018   10:20

 QAMIŞLO

Malbatên şehîdan, nûnerên saziyên civaka sivîl û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo beşdarî merasîma vekirina navendê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê yek ji rêveberên YPG`ê Mihyedîn Xêrkî axivî û vekirina navendê li hemû malbatên şehîdan pîroz kir.

Xêrkî di axaftina xwe de got ku kesên di dilê wan de hezkirin û têkoşîna ji bo welat tune be nikarin cihê xwe di navendê de bigirin ev tişt anî ziman: "Malbatên şehîdên ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirin, tenê ew dikarin ku cihê xwe di Saziya Malbatên Şehîdan de bigirin. Bi saya lehengî û têkoşîna wan şehîdan herêmên me ji çeteyan hatin rizgarkirin."

Her wiha ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê û meclisa herêma Dêrikê axaftin hatin kirin û vekirina navendê li hemû malbatên şehîdan hate pîrozkirin.

Di dawiyê de deriyê navendê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate vekirin.

(bx/ew)

ANHA