Yekemîn şehîdê HAT li Reqayê hate oxirkirin

Bi merasîmeke bi heybet şêniyên Reqayê cenazeyê yekemîn şehîdê Hêzên Antî Teror (HAT) oxir kirin.

Yekemîn şehîdê HAT li Reqayê  hate oxirkirin
Yekemîn şehîdê HAT li Reqayê  hate oxirkirin
Yekemîn şehîdê HAT li Reqayê  hate oxirkirin
Yekemîn şehîdê HAT li Reqayê  hate oxirkirin
18 hezîran, 2018   20:12

REQA

Şervanê HAT Ehmed El-Mihemed bi nasnav Gîvara, şehîdê yekemîn ê HAT li Reqayê ye. Gîvara 16‘ê Hezîranê dema erka xwe ya leşkerî li bajarê Tebqayê pêk di anî şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Reqayê bi merasîmeke girseyê şehîdê xwe li mezara şehîdan a li gundê Hukumiya ya bakurê bajarê Reqayê oxir kirin.

Girseya gel cenazeyê şehîd Gîvara ji çerxeriya Firûsiya ya bajêr wergirtin û bi kerwanekî ber bi mezara şehîdan ve bi rê ketin.

Li goristanê merasîmeke hate lidar xistin û bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên HAT ve dest pê kir.

Ji fermandarên QSD‘ê Ehmed El-Elî û Rêveberên Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebid Hamid El-Mihbaş axivîn. Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan dan.

Di axaftinan de hate gotin ku, hêzên leşkerî yên Bakurê Sûriyê ji cîhanê re îsabat kir ku ew tekane hêz in ku dikarin li hemberî rêxistina herî xeternak di cîhanê de bisekinin e.

Endama Saziya Malbatên Şehîdan a Reqayê Emîna Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.

Girse cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

(bb)

ANHA