Malbatên Şehîdên Hesekê navenda xwe veguhestin taxa Til Hecer

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Hesekê ji ber tengbûna cih, navendeke firehtir li taxa Til Hece vekir.

Malbatên Şehîdên Hesekê navenda xwe veguhestin taxa Til Hecer
Malbatên Şehîdên Hesekê navenda xwe veguhestin taxa Til Hecer
Malbatên Şehîdên Hesekê navenda xwe veguhestin taxa Til Hecer
Malbatên Şehîdên Hesekê navenda xwe veguhestin taxa Til Hecer
Malbatên Şehîdên Hesekê navenda xwe veguhestin taxa Til Hecer
Malbatên Şehîdên Hesekê navenda xwe veguhestin taxa Til Hecer
Malbatên Şehîdên Hesekê navenda xwe veguhestin taxa Til Hecer
18 hezîran, 2018   19:51

HESEKÊ

Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Hesekê ku navenda xwe li taxa Mifît bû, ji ber tengbûna cih, navendeke firehtir li taxa Til Hece vekir.

Di merasîmê vekirina navendê, bi dehan şêniyên bajêr, di nav de malbatên şehîdan û şervanên YPG û YPê amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Paşê Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdulah axivî û cangoriyên azadiyê bi bîr anî û vekirina navendê li malbatên şehîdan pîroz kir.

Di merasîmê de, bi navê YPG‘ê fermandar Diyab Îbrahîm jî axivî û anî ziman ku destkeftiyên şoreşa Rojava berhemenên keda şehîdan. Îbrahîm soza şopandina xeta şehîdan dûbare kir.

Piştî axaftinan fermandarê YPG‘ê deriyê navendê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin.

Di dawiya merasîmê derbarê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd daxuyaniyek hate hate xwendin.

Daxuyanî ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Hevserokê Kantona Hesekê Ebdulxenî Oso ve hate xwendin.

Ebdulxenî Oso got, "Dewleta Tirk a faşîzim hemû pîvan û peyamên navdewletî binpêkirin û destdirêjî Efrînê kirin, dest avêtin pîrozgehên sembolên aşîtî û rûmetê, her wiha demografiya herêmê guherti, malbatên çeteyan li şûna niştecihên resen bi cih kirin. Lê gelê Efrînê bi berxwedaniya xwe ya qehremanî isbat kirin ku îradeya wan li hemberî çeka herî giran a NATO ye, ji ber ku bi doza xwe bawerin û parastina wê dikin."

Ebdulxenî Oso, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan destdirêjiya li ser gorên şehîdan şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku erka xwe ya li hemberî nêzîkatiyên bi vî rengî pêk bînin.

(bb)

ANHA