Ev dîmen îdîayên dewleta Tirk ên derbarê Minbicê de derew derdixîne

Artêşa Tirk û AKP, beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê rojane mijara Minbicê dixin rojevê û îdîa dikin ku leşkerên wan ketine Minbicê. Lê belê dîmenên ku ji herêmê tên didin xuyakirin ku, leşkerên Tirk ji çemê Sacûrê derbas nebûne. Çemê Sacûrê, di navbera Minbic û Cerablûsê de sînor e.

Ev dîmen îdîayên dewleta Tirk ên derbarê Minbicê de derew derdixîne
18 hezîran, 2018   15:48

MINBIC

Artêşa Tirk, Serokomarê Tirk Teyîb Erdogan û partiya wî, beriya hilbijartinên 24’ê Hezîranê rojane mijara Minbicê dixin rojevê û îdîa dikin ku leşkerên wan ketine Minbicê. Lê belê dîmenên ku ji herêmê tên didin xuyakirin ku, leşkerên Tirk Çemê Sacûr derbas nebûne. Çemê Sacûrê, di navbera Minbic û Cerablûsê sînor e. 

Dîmen û wêneyên ku ji Minbicê hatin kişandin dide xuya kirin ku artêşa Tirk ji Çemê Sacûrê derbas nebûne û li Cerablûsê dewriye digerin.

Dema 24’ê Tirmeha 2016’an artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wan Cerablûs dagir kiribûn ava Sacûr di navbera Minbic û Cerablûs de wekî sînor hatibû diyarkirin. Ji ber ku li herêmê çend rojan din navbera artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wan û Meclîsa Leşkerî a Minbicê de pevçûn derketibûn.

Artêşa Tirk û serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim îro bi du daxuyaniyên cûda îdîa kiribûn ku ew ketine Minbicê.

ANHA