NY'ê ji bo Penahî bang li Îranê kir: Biryara darvekirinê rawestînin

Raportorên Taybet ên Înfaza Bêdaraz a Neteweyên Yekbûyî, têkildarî biryara Rejîma Îranê ya der barê siyasetmedarê Kurd Ramîn Hisên Penahî de Îran hişyar kir û xwest bi lezgîn biryarê rawestînin.

NY'ê ji bo Penahî bang li Îranê kir: Biryara darvekirinê rawestînin
18 hezîran, 2018   14:51

NAVENDA NÛÇEYAN

Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî Agnes Callamard, Raportorê Taybet ê Mafê Tenduristiyê Dainius Puras, Raroptorên Taybet ê li dijî Êşkenceyê Nils Melzer, têkildarî biryara Rejîma Îranê ya der barê siyasetmedarê Kurd Ramîn Hisên Penahî de Îran hişyar kir û xwest bi lezgîn biryarê rawestînin. Raportorên Taybet ên NY'ê ji Îranê xwest ku siyasetmedarê Kurd Penahî bi lezgîn biryara darvekirinê rawestînin û biryarê betal bikin.

Raportoran diyar kirin ku Penahî bi awayekî adîl nehatiye darizandin û mafê wî yê tenduristî û tibbî hatiye asteng kirin. Raportoran da zanîn ku dîsa li girtîgehê rastî êşkenceyê hatiye. Raportoran da zanin ku sucdariya der barê Penahî ne li gorî standartên navneteweyî ne û gotin: “Ji ber ku Îran guh nade hişyariyan ku biryara darvekirine betal bike û dixwaze biryarê pêk bîne der barê biryara têkildarî Penahî de em bi fikar û xemgîn in."

Ramîn Hisên Penahî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. 23'ê Hezîrana 2017'an komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê li Penahî hatiye birîn.

Hêjayî gotinê ye ku heya niha gelek rêxistinên xwe cihî û navneteweyî nerazîbûna xwe li hemberî cezayê Ramîn nîşan dane. Rêxistinan ji Îranê xwest ku cezayê Ramin Hisên xira bike. Lê heya niha Îran ti bersivek erênî nedaye.