Komîteya Çandiniyê fatoreyên genim dide cotkaran

Komîteya Çandiniyê ya Girê Spî dest bi dayîna buhayê genim kir. Cotkarên ku zeviyên wan ji ber barana dijwar zerar dît, dê komîte zirara wan dabîn bike.

Komîteya Çandiniyê fatoreyên genim dide cotkaran
18 hezîran, 2018   13:07

GIRÊ SPÎ

Komîteya Çandiniyê îro ji bo ku pereyên cotkarên ku genimê xwe birine depoyên El-Sexrat bide, deriyê xwe li cotkaran vekir. Li ser vê esasê Rêveberiya Xweser genim di 2`yê Hezîranê de ji cotkaran kirî.

Wê heqê hemû fatoreyên cotkaran were dayîn. Mîqdara giştî ya zeviyên ku hatin dayîn 109 milyon û 483 kg ye.

Beriya niha Rêveberiya Xweser buhayê kîloya genim wek 175 lîrayên Sûriyê diyar kiribû.

(bx/ew)

ANHA