Washington û Seulê tevgerên leşkerî rawestandin

Amerîka û Koreya Başûr tevgerên xwe yên leşkerî di vê hefteyê de rawestandin, heta ku Koreya Bakur sozên xwe yên tunekirina çekên nukleer pêk tîne.

Washington û Seulê tevgerên leşkerî rawestandin
17 hezîran, 2018   12:14

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Yonhap ragihand ku Koreya Başûr û Amerîka dê tevgerên xwe yên leşkerî di vê hefteyê de rawestînin heta ku Koreya Bakur sozên xwe yên tunekirina çekên nuklee bi cih tîne. Ajansê diyar kir ku rawestandina tevgerên leşkerî bandorê li perwerdeyên leşkerî yên rutîn nake.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştî hevdîtina xwe ya bi serokê Koreya Bakur Kîm Jong – Un, ragihand ku dê tevgerên xwe yên leşkerî bi Koreya Başûr re rawestîne.

Hêzên Amerîkayê yên li Koreya Başûr jî ragihand ku wan tu perspektîf di vê derbarê de wernegirtine.

Rayedarên Koreya Başûr ji hevpîşeyên xwe yên Koreya Bakur di hevdîtinan de xwest ku topavêjan ji 30 heta 40 km’yan ji xeta sînor dûr bixin.