Şandeya jinan serdana malbatên şehîdan kir

Şandeyeke jinan bi boneya cejna Remezanê serdana malbatên şehîdan ên li herêma Kefer Naya ya kantona Şehbayê kir.

Şandeya jinan serdana malbatên şehîdan kir
Şandeya jinan serdana malbatên şehîdan kir
Şandeya jinan serdana malbatên şehîdan kir
17 hezîran, 2018   11:40

ŞEHBA

Bi hevkariya komîn û meclisên herêma Kefer Naya ya kantona Şehbayê, endamên Yekitiya Jinên Azad yên kantona Şehbayê û Kongreya Star li kantona Efrînê di roja sêyemîn a cejna Remezanê de serdana malbatên şehîdan kir.

Di serdanê de şandeyê cejna Remezanê bi hêviya ku her kes vegere mal û warên xwe li malbatên şehîdan pîroz kir.

Ji aliyê xwe ve jî jin û malbatên şehîdan kêfxweşiya xwe bi serdana rêxistinan anî ziman û diyar kir ku dê heta serkeftinê rêya şehîdên xwe bişopînin.

(CU-EW)

ANHA