2 welatî di avê de xeniqîn

Ciwanekî ku xwest jina geştiyar ya melevaniyê dike rizgar bike, li gel wê jinê jiyana xwe ji dest da.

2 welatî di avê de xeniqîn
17 hezîran, 2018   12:35

 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji erkdar û berpirsên cihê geştiyariyê ya ava Balakayetê hatiye girtin îro saet 11.00’ê berê nîvro jinek û ciwanek di ava Balakayetî de xeniqîne. Jina geştiyar ya bi navê Zehra Haşim (38) ku ji Bexdayê ye û ji bo seyranê hatibû herêmê, dema xwestiye bikeve avê, xeniqiye.

Ciwanê bi navê Cebar Osman (25)  ku li nêzî heman rûbarî dixebitî, dema dît ew jin di avê de dixeniqe, xwest bi hewara wê ve biçe û rizgar bike. Lê, ew ciwanê ji bo rizgarkirinê çûbû bixwe jî bû qûrbanî û di avê de xeniqî.

Berdevkê ekîbên rizgarkirinê yê navçeya Soran diyar kirin ku ew gihîştine cenazeyê wê jina qûrbanî lê, cenazeyê ew ciwanê ku bi hewara wê ve çûbû ne hatiye dîtin û lêgerîn jî berdewam e.

Ew jina ku xeniqî navç wê Zehra Haşm di sala 38 li Bexda hatiye cîhanê. Navê ciwan jî Cebar Osman 25 Sali ku welatiyê gundê Bersîrînî ya Balakayatiyêye.