Griffith ji hûsiyan xwest ku El-Hudeydayê radestî NY'yê bike

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Yemenê Martin Griffiths di danûstandinên xwe yê bi hûsiyan re ku li paytexta Yemenê Senaiyê pêk hatin, ji hûsiyan xwest ku El-Hudeyda radestî NY’yê bikin da ku ji êrîşên hêzên Yemenê biparêzin.

Griffith ji hûsiyan xwest ku El-Hudeydayê radestî NY'yê bike
17 hezîran, 2018   11:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Li parêzgeha El-Hudeyda ya Yemenê di navbera artêşa Yemenê ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Erebî digire û çekdarên hûsiyan de şer didome. Neteweyên Yekbûyî (NY) û dewletên Ewropayê bi fikar in ku kareseteke mirovî li herêmê pêk were. Li ser vê yekê Nûnerê Taybet ê NY’yê yê Yemenê Martin Griffiths bi awayekî awarte serdana Yemenê kir û li paytexta Yemenê Senaiyê bi hûsiyan re hevdîtin pêk anî.

Griffiths bi wezîrê karên derve yê hûsiyan Fêsel Ebû Ras re ji bo agirbesta li El-Hudeyda ket danûstandinan. Li aliyê din jî der barê hejmara kesên di şer de hatin kuştin agahiyên cuda derketin. Hate gotin piştî ku hêzên Yemenê balafirgeha El-Hudeyda û çerxerêya Metahên ên rojhilatê bajarê El-Hudeyda bi dest xistin, 149 kes hatin kuştin; ji wan 118 çekdarên hûsiyan in û 21 jî çekdarên artêşa Yemenê ne.

Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Erebistana Siûdî di 13'ê Hezîranê de dest bi êrîşa li ser parêzgeha El-Hudeyda ya di bin destê hûsiyan de kir, da ku balafirgeh û bendera El-Hudeyda bi dest bixe.