Xebatên tenduristiyê li El-Erîşa bi pêş dikevin

Li navçeya El-Erîşa ya Şedadê xebatên tenduristiyê bi pêş dikevin, nemaze piştî ku dermanfiroş û bijîşkên navçeyê vegeriyan warê xwe.

Xebatên tenduristiyê li El-Erîşa bi pêş dikevin
17 hezîran, 2018   10:31

TELAL HISÊN / HESEKÊ

Ev çend sal e li navçeya Şedadê rewşa xebatên tenduristiyê pir xirab bûbû. Lê di encama xebatên têne meşandin de, bijîşkên navçeyê êdî vedigerin warê xwe û xebatên tenduristiyê bi rê ve dibin.

Navenda Tenduristiyê ya li bajarokê El-Erîşa ya navçeya Şedadê ku di 5'ê gulana sala 2018'an de hate vekirin, xizmetên tenduristiyê ji 50 gundan re pêk tîne. Gundên dikevin xeta xizmetê ya navendê ji bajarokê El-Hedadiye dest pê dikin û heta bajarokê Qana digire nava xwe. Navend ji şêniyan re xizmetên tenduristî û dermanan bê pere pêşkêş dike. Di navendê de 2 bijîşkên giştî, bijîşkekî diranan û 2 hemşîre (mumerid) dixebitin. Di navendê de her wiha ambulans û dermanxane jî hene. Dema nexweşek rewşa wî giran be, bi ambulansê radikin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.

Îbrahîm Ehmed wek hemşîr di navendê de dixebite û der barê xebatên pêk tînin de ev tişt anî ziman: "Em xizmetên tenduristiyê ji derdora 50 gundan re pêşkêş dikin. Derman û pêwîstiyên tenduristiyê 24 saetan ji welatiyan re têne pêşkêşkirin."

Hena Mihemed ya ji bajarokê El-Erîşa da zanîn ku beriya navend were vekirin wan gelek zehmetî dikişandin û neçar diman ku nexweşên xwe bibin bajarê Hesekê ku derdora 40 kîlometreyan dûrî wan e.

ANHA