Li Afganîstanê ji ber êrîşekê 20 kes hatin kuştin

Li Afganîstanê ji ber êrîşeke xwekuj 20 kes hatin kuştin, 16 kes jî birîndar bûn.

Li Afganîstanê ji ber êrîşekê 20 kes hatin kuştin
17 hezîran, 2018   10:13

 NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Rûdat a wîlayeta Nangarhar a Afganîstanê, piştî agirbestê di dema merasîma cejnê de êrîşkarekarekî xwekuj xwe teqand.

Di encama wê de 20 haitn kuştin û 16 kes jî birîndar bûn.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.

Serokdewletê Afganîstanê Eşref Ganî dabû xuyakirin ku heta 20'ê Hezîranê wan li hemberî Talîbanê agirbesteke demkî ragihandine.

Talîbanê jî diyar kiribû ku ji bo 3 rojên cejna Remezanê wan biryara agirbestê dane.