Ciwanên enternasyonal berê xwe dan Qendîlê

Komeke  ciwanên enternasyonal ji bo destekê bidin  çalakiya "Mertalên Zindî" ya ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li dijî dagirkeriya Tirk hatiye destpêkirin,  berê xwe da Qendîlê.

Ciwanên enternasyonal berê xwe dan Qendîlê
17 hezîran, 2018   10:30

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz û Tevgera Jinên Ciwan 8’ê Hezîranê ber bi herêma Qendîlê ve meşek pêk hatibû.

Ciwanên enternayonal ên ku bi mebesta piştgiriyê li çalakiyê bikin hatibûn Silêmanî îro ber bi Qendîlê ve dest bi meşê kirin.

Beriya ku ber bi Qendîlê ve bi rê bikevin, endamê Tevgera  Ciwanên Welatparêz Wilyam Berzencî got: "Li Başûrê Kurdistanê, li gel ciwanên enternayonal em ê serdana çalakiya mertalên zindî ya li Qendîlê bikin. Divê em hemû bi hev re li dijî êrîşên dagirker rawestin. Divê em xeyalên Tirkiyê ya dagirkirina Başûr pûç bikin û em hemû bi hev re divê li dij vê rawestin."

Beriya bi çend rojan şêniyên Ranya, Qeladizê û şêniyên Rojava ku li Başûr dijîn, siyasetmedar, pêşmergeyên dêrîn û gelek kes çûbûne herêma Qendîlê û êrîşên dagirker protesto kiribûn."