Hêzên Yemenê çerxerêya El-Metahên bi dest xwe ve anî

Hêzên Yemenê bi alîkariya Koalîsyona Erebî li rojhilatê bajarê El-Hudeyda rêya di navbera El-Hudeyda, Senha û Tehizê de girt. Li aliyê din hûsiyan jî keştiyeke biyanî li hemberî bendera El-Hudeyda bi dest xwe ve anî.

Hêzên Yemenê çerxerêya El-Metahên bi dest xwe ve anî
17 hezîran, 2018   10:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Yemenê di çarşema borî de hemleyeke leşkerî di bin navê "Serkeftina Zêrîn" de da destpêkirin da ku serweriya xwe li balafirgeh û benderên bajarê El-Hudeyda ferz bike û heta niha karibû balafirgehê bi dest xwe ve bîne. Herî dawî li gorî çavkaniyeke leşkerî hêzên Yemenê çerxerêya El-Metahên a rojhilatê bajêr bi dest xwe ve aniye û di encamê de rêya di navbera El-Hudeyda û bajarên Senha û Tehizê de hatiye birîn.

Li aliyê din endamên koma Ensarullah El-Hûsî keştiyeke biyanî li hemberî bendera bajarê El-Hudeyda girt.

Girêdayî aloziya Yemenê tacîdarê Ebû Zebî Mihemed Bin Zayêd li ser perspektîfên serokdewletê Îmaratên Erebî Xelîfe Bin Zayêd biryarên lezgîn derxistin.

(jh/ew)

ANHA