Bajaroka Dişîşa rizgar bû

Şervanên hemleya Bagera Cizîrê bajarokê Dişîşa ya başûr-rojhilatê Hesekê piştî şerên dijwar ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Bajaroka Dişîşa rizgar bû
17 hezîran, 2018   08:29

HESEKÊ

Şervanên QSD'ê ku di 3'yê hizêranê de di çarçoveya Hemleya Bagera Cizîrê de dest bi pêngava rizgarkirina bajarokê Dişîşa û gundên derdorê wê kirin. Şervanan  derbeyên giran li çeteyan xistin û di vê navberê de bajaroka Dişîşa bi temamî ji çeteyan rizgar kirin.

Şervanan demil dest dest bi xebatên paqijkirina bajarok ji bermahiyên çeteyan kirin.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî li Sûriyê û Iraq têk çûn bajarokê Dişîşa wekî bargeha serke bikar anîn û gelek serçeteyên wan li wir bi cih bûn. Di heman demê de bibû giringtirîn navenda DAIŞ'ê ya li nêzî sînorê Iraqê ye.

(dc)

ANHA