Di navbera komên çete yên li Babê de pevçûn

Li bajarê Babê di navbera komên çete yên girdayî Artêşa Tirk de şer derket. Di encama şer de ji herdû aliyan ve birîndar hene.

Di navbera komên çete yên li Babê de pevçûn
17 hezîran, 2018   08:29

MINBIC

Çavkaniyekî ji ajansa me ANHA'yê re ragihand ku di navbera du komên çete yên girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê de li bajarê Babê ya bakurrojhilatê Helebê şer û pevçûn rû dan û di encamê de gelek çeteyên herdu aliyan birîndar bûn.

Li gorî heman çavkanî, pevçûn li nêzî nexweşxaneya El-Hikmê li ser benda kontrolê ya çerxeriya El-Ezreq di navbera koma çeteyan a El-Şerqiyê û çeteyên asayîşa artêşa azad de rû dane. Sedema pevçûnan jî ew e ku welatiyekî sivîl li ba asayîşa artêşa azad gilî kiriye ku li ser vê bendavê welatî tên şelandin.

Çavkanî ragihand ku di encama pevçûnên di navbera herdu aliyan de gelek çete birîndar bûne û kesên ji wan hatine nasîn endamekî asayîşa artêşa azad ê bi navê Fîras Xezal e û niha li nexweşxaneya El-Hikêm tê dermankirin.

Çeteyên koma El-Şerqiyê hewldan birîndarên xwe ji nexweşxaneyê derbixînin û li ser vê yekê jî di navbera herdu aliyan de li pêşiya nexweşxaneyê pevçûn careke din rûdan û koma El-Şerqiyê nikaribû çeteyên xwe yên birîndar ji nexweşxaneyê derbixîne.

Herêmên di bin dagirkeriya artêşa dagirker a Tirkiyeyê de yên bakurrojavayê Sûriyeyê her tim rewşeke ewlehî ya xirab jiyan dikin û komên çete li van herêman gelek caran teqînan pêk tînin.

ANHA