Şêniyên Babê: Bila artêşa tirk û çete ji herêmên me derkevin

Şêniyên herêma Babê yên li Şehbayê dimînin, diyar kir ku welatiyên Babê ji ber kiryar û binpêkirinên çeteyên artêşa tirk di rewşeke zehmet de jiyan dikin û bang li aliyên têkildar û hêzên demokratîk kir ku dagirkeriya tirk û çeteyên wê ji herêmê derxin.

Şêniyên Babê: Bila artêşa tirk û çete ji herêmên me derkevin
17 hezîran, 2018   06:52

ARIF SILÊMAN / ŞEHBA

Şêniyên herêma Babê yên li Şehbayê dimînin der barê binpêkirin û kiryarên çeteyên artêşa tirk de ku li hemberî şêniyên Babê pêk tînin, ji ajansa me re axivîn.

Welatiya bi navê Neyîma El-Hesen ya ji gundê Qebasîn ê girêdayî Babê der barê mijarê de wiha axivî: "Çete welatiyan didin koçberkirin, mal û milkên welatiyan didizin û talan dikin. Malan hildiweşînin. Dewleta tirk demografyaya herêmê dide guhertin, dixwazin serdema osmaniyan vejînin, ji bo vê yekê çanda xwe li xelkên herêmê ferz dikin."

Neyîma El-Hesen, di berdewama axaftina xwe de jî bang li hêzên demokratîk û aliyên têkildar kir ku ji bo derxistina artêşa tirk û çeteyên wê ji Babê û herêmên din ên Sûriyê, tê bikoşin û ev tişt anî ziman: "Bila dewleta tirk û çeteyên wê ji herêmên me werin derxistin, da ku em karibin vegerin warê xwe. Parastin mafê me yê rewa ye, tiştê bi zorê hatiye birin, wê bi zorê vegere."

Welatiyê bi navê Mihemed El-Ehmed ê ji gundê Til Betal a Babê beriya 3 salan dema artêşa tirk û çeteyên wê gund bi gund dagir kirin, ji mala xwe koçber bû. El-Ehmed der barê mijarê de da zanîn ku dewleta tirk a dagirker çete ji hemû aliyên Sûriyê kom kirin û bi aramanca guhertina demografyaya herêmê ew li Babê kom kirin û wiha dom kir: "Welatiyên Babê ji ber kiryarên çeteyên artêşa tirk di rewşeke zehmet de dijîn. Rojane welatiyên sivîl direvînin, qetil dikin  û îşkenceyê lê dikin. Sivîlan berdin jî beranberî wê pereyan dixwazin."

Welatiyê bi navê Yasir Şêxo yê ji bajarê Babê beriya 6 salan ji bajarê xwe koçber bûye. Yasir da zanîn ku çeteyên Diri El-Firat welatiyên sivîl direvînin û qetil dikin û wiha dom kir: "Em jiyana li koçberiyê qebûl dikin û em qebûl nakin di bin zilma wan de bijîn. Em dagirkeriya Tirkiyeyê ji xaka xwe re qebûl nakin."

Şêxo, di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû aliyên têkildarî kir ku ji bo derxistina artêşa tirk û çeteyên wê ji Babê, tê bikoşin.

ANHA