Şervanên QSD'ê 2 kîlometir nêzî bajaroka Dişîşa bûne

Şervanên Bagera Cizîrê  herêmek bi qasî 8 kîlometre çarkoşe rizgar kirine, bi vê yekê di navbera şervanan û Dişîşa de tenê 2 kîlometir  maye.

Şervanên QSD'ê 2 kîlometir nêzî bajaroka Dişîşa bûne
17 hezîran, 2018   05:37

EHMED SEMÎR – XALID EL-CUMA / HESEKÊ

Di van kêliyan de li destpêka bajaroka Dişîşa  di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer bi giran rû didin.

Şervanên QSD'ê ji duh êvarê û heta niha ve derdora 8 kîlometir çarkoşe piştî şerên giran ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine.

Di herêma behsa mijarê de Gazxaneya Ebû Miseb, gundê Kişkiş Cibûr, Xoybera, Til El-Cabir, Xirbe El-Şiêyîr  û hejmarek mezre ji çeteyan hatine rizgarkirin. Di heman demê de hejmarek welatiyên sivîl ku çeteyan ew wekî mertalên zindî bikar tanîn jî rizgar kirin.

Bi vê pêşketina ku şervanan bi dest xistine, di navbera şervanên QSD'ê û bajaroka Dişîşa ku bargeha dawî ya çeteyên DAIŞ'ê li başûrê Hesekê ye tenê 2 kîlometir maye. Şervan ji gundê Xirbet El-Şiêyîr ku îro hatiye rizgarkirin li bargehên çeteyan didin.

Şervanên QSD'ê karîbûn çeperên çeteyan ên parastina bajaroka Dişîşa bişkîn in, şervanan hejmarek mezreyên derdora bajaroka Dişîşa rizgar kirine.

Ev qonaxa Hemleya Bagera Cizîrê ku şervanên QSD'ê bi armanc rizgarkirina başûrê Hesekê û parastina ewlekariya sînorê Sûriyê û Iraqê dewam kirin, bi hemû hêza xwe didome.

Şervanê QSD'ê yê bi navê Ebdulsemed Mihemed Xanim, da zanîn ku çete têk diçe û ev tişt anî ziman: "Em pêşketina xwe ya ber bi bajaroka Dişîşa ve didomîn in. Em niha gihiştin gundê Xirbet El-Şiêyîr, ji vir jî em hewl didin ku derdora bajarokê Dişîşiya bigirin. Niha di navbera me û bajarok de tenê 2 kîlometir maye. Em ê di saetên pêş de mizgîniya rizgarkirina Dişîşa par ve bikin."

ANHA