Şervanên QSD'ê ketin bajaroka Dişîşa

Şervanên QSD'ê ku di çarçoveya domandina Hemleya Bagera Cizîrê ketine tevgerê di van kêliyan de ketin bajaroka Dişîşa.

Şervanên QSD'ê ketin bajaroka Dişîşa
17 hezîran, 2018   07:10

HESEKÊ

Şervanên QSD'ê di vê navberê de ketin bajaroka Dişîşa ya başûr-rojhilatê Hesekê. Şervanên QSD'ê îro di saetên sibê hejmarek gund û bajarok li derdora Dişîşa rizgar kirin, bi vê yekê di navbera şervanan û bajaroka Dişîşa de tenê 3 kîlometir mabû.

QSD'ê di di 3'yî hizêranê de di çarçoveya hemleya Bagera Cizîrê dest bi qonaxa rizgarkirina bajaroka Dişîşa ya Hesekê û parastina ewlekariya sînorê Sûriyê û Iraqê kirin. Şervanên QSD'ê ji wê demê ve derbeyên giran li çeteyan xistin û gelek gund û mezire ji çeteyan rizgar kirin. Di van gund û mezreyan de hejmarek sivîlên ku çeteyan ew wekî mertalên zindî bikar tanî jî hatin rizgarkirin.

Çeteyên DAIŞ'ê piştî ku li Sûriyê û Iraqê derbeyên giran xwarin, bajaroka Dişîşa ya rojhilat-başûrê Hesekê ji xwe re kirin navendek sereke û gelek serçeteyên DAIŞ'ê di Dişîşa û gundên derdorê de bi cih bûn.

ANHA