ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.06.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17.06.2018
17 hezîran, 2018   04:00

-Pêşveçûnên Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê çemê Firatê û gundewarên başûrê Hesekê ji çeteyê DAIŞ'ê dê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Çeteyên DAIŞ‘ê bi rê û rêbazên cuda û bi tuhmeftên ne di cih de sivîlên herêmê êşkence dikirin. Çerxeriya El-Qefes a bajarê Girê Spî şahîdiya hovîtiya çeteyan a derheqê sivîlan kir. Kiryarên wan ku di nava 3 salan de kirin hîn di bîranîna şahdidan de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêniyên herêma Babê diyar kirin ku welatiyên li Babê rastî kiryarên hovane ji aliyê çeteyên artêşa Tirk a dagirker ve tên û bang li hêzên demokratîk kirin ku çeteyên ji herêmê derxînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Jinên Ereb, Kurd û Elewî yên Efrînê kiryarên arêtêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên derheqê jinan bi "Kiryarên ne merd li hemberî îradeya jin" bi nav kir û gotin, "Gelo ma ev kiryarên derexlaqî li gorî Tirkiyê û çeteyên wê ji bo rizgarkirina jinê ye!" (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Lawirvanên kantona Kobanê her salan wekî van wextan, dest bi berhevkirina êmên sewalan ji bo zivistanî dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ehmed Xelîl ê ji gundewarên Dêrazorê li kampa Eyn Îsayê li gel şert û mecên zehmet de jiyan dike, rexmî vê yekê li hemberî astengiya xwe li ber xwe dide. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li navçeya Erîşê beşê tenduristiyê piştî vegera doxtor û dermanfiroşan û aktîvkirina navendên tenduistiyê gavên nû di avêje. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şuforên herêma Dêrikê yê herêma Cizîrê ji ber xirabûna riyan zehmetiyên dikişînin, li ser vê yekê bang li Şaredariya Gel dikin ku riyan sererast bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

HEVPEYVÎN

- Sekretêrê Tevgera Rêform Emced Osman diyar kir ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê rê li ber pêvajoya aşîtiyê digire û aloziyê kurtir dike. Emced Osman anî ziman ku pêwîstiya gelê Kurd bi lêvegereke siyasî heye da ku karibin destkeftiyên xwe yên salane biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Kirîza avê li Iraqê ku, di encama, qutbûna ava çemê Dicle de rûye bûye rojev.  Projeyên avakirina bendavan şarestaniya kevar a Kurd ditemirîne, her wiha Ereban ji avê bê par dihêle, ya ku ji van projeyan sûdê werdigire Israîl e.

CÎHAN

- QSD`ê pêşveçûnên xwe yên di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê li rexê rojhilatê çemê Firatê de didomîne, di heman demê de, hêzên rêjîmê li ser sînorê Colan belav dibin û herêmên başûrê Sûriyê topbaran dikin. Bajarê Hudeyda yê Yemenê piştî rizgarkirina balafirxaneya Hudeyda ji Hûsyan li benda saeta sifire e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

- 3 Sal li ser rizgarkirina Girê Spî re derbas bû, di nava van salan de gavên mezin di her aliyan de, civakî, çandî, leşkerî û aborî hatin avêtin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA