Girê Spî.. Veguherînên di nava 3 salan de

3 Sal li ser rizgarkirina Girê Spî re derbas bû, di nava van salan de gavên mezin di her aliyan de, civakî, çandî, leşkerî û aborî hatin avêtin.

Girê Spî.. Veguherînên di nava 3 salan de
Girê Spî.. Veguherînên di nava 3 salan de
Girê Spî.. Veguherînên di nava 3 salan de
Girê Spî.. Veguherînên di nava 3 salan de
Girê Spî.. Veguherînên di nava 3 salan de
Girê Spî.. Veguherînên di nava 3 salan de
Girê Spî.. Veguherînên di nava 3 salan de
Girê Spî.. Veguherînên di nava 3 salan de
17 hezîran, 2018   04:10

MEED SELÛM / GIRÊ SPÎ

Di encama Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo ku li rojavayî Kantona Cizîrê di 6‘ê gulana 2015‘an de destpê kir û Pêngava Şehîd Gelhat ku ji rojhilatî Kantona Kobanê bir ç0êket, di 15‘ê hizêrana 2015‘an de baskên herdu hemleyan li bajarê Girê Spî gihîştin hev û bajarê Girê Spî rizgar bû.

Bi rizgarkirina Girê Spî re riya herdu kantonan vebû, gel ji terora çeteyan xelas kir û deriyê herî nêzî ji Reqayê re ji destê çeteyan derket. 

Bi derbasbûna 3 salab li ser rizgarkirinê re, em ê hewl bidin di vê dosyeyê de balê bikişînin li ser veguherînên di nava van salan de di aliyê rêveberiyê, xizmetguzariyê, tendirustî û perwerdeyê hwd de çêbûne, binasin.

Îlankirina Rêvberiya Xwese a herêma Girê Spî

Di 26‘ê tîrmeha 2015‘an de Meclîsa Rûspiyên herêmê hate avakirin. Dema Meclîsa Rûspiyan hat damezirandin yek ji xalên esasî ku biryar da li ser bixebite, amadekirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a hêrêma Girê Sipî bû. Li ser vê yekê di 21‘ê cotmeha 2015‘an Rêveberî herêma Girê Spî ya girêdayî Kantona Kobanê hat îlankirin û li ser hejmarek komîteyan hatin sazîkirin hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Ermen û Tirkmen beşdar bûn.

PERWERDE

Li bajarê Girê Spî çeteyên DAIŞ‘ê û komên beriya wê ku bajar kontrol kirin, deriyê dibistanan li pêşiya şagirtan girtin û bi hezaran xwendekar ji famê xwendinê dûr ma bûn. Bi rizgarkirinê û îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re Komîteya Perwerdeyê sîstema perwerdeyê da rûnişkandin.

Komîteyê di navbera 2015 -2016‘an de 50 dibistan li bajêr û gundên wê vekirin, bi derfetên kêm dibistanî ku bibûn navendên DAIŞ‘ê hatin amadekirin û tê de 5 hezar û 575 şagirt hatin perwerdekirin.

Havîne 2016‘an, peymangehên amadekirina mamosteyan hatin vekirin. Tê de perwerdeyê fikirî bi zimanê Erebî û Kurdî hatin vekirin û 280 mamoste mezûn bûn. Di havîna 2017‘an de jî li 4 peymangehn dewreyên perwerdê bi beşdarîbûna hezar û 700 mamoste hatin vekirin, ji navçeyên Silûk û Eyn Îsa jî mamoste tevlî perwerdeyan bûn.

Di sala 2018‘an de, li Girê Spî û navçeyên wê (Silûk û Eyn Îsa) 400 dibistan hatin vekirin, hejmara xwendekarên di van dibistanan di perwerde ditin gihişt 11 hezarî.

Piştî ku xebatên perwerdeyê berfireh bûn,  Yekîtiya Momosteyan, Yekîtiya Mamosteyên Jin û Mûdîriyeta Peymangeh û Akademiyan hatin sazkirin.

XIZMETGUZARÎ

Xebatê xizmetguzarî eleqedariya Şaredariya Gel e. Şaredariyê di dawiya 2015 û destpêka 2016‘an de hemû saziyên zimetguzariyê yên li bajar, navçe û gunda ji nû ve saz kirin û xistin xizmetê.

Di 9‘ê Çileya 2016‘an de, li gundê Hemam Tirkume 1‘ê Gulana 2016‘an jî li gundê Elî Baciliyê, 1‘ê cotmeha heman salê  li Silûk şaredarî hatin aktîv kirin.

Her wiha di xebatên paqijkirin û sererastkirina elektirîkê û çêkirina kenelîzesyonan jî dan meşandin. Ji bo paqijkirina bajar ji şopên çeteyan, Şaredariyê hemleya boyaxkirina resîf û derabeyên dikanan ku bi rengê reş û spî bûn, kir.

ABORÎ Û ÇANDINÎ

Komîteya Aborî roleke sereke di pêşxistina aboriya herêmê de leyîst.

Komîteyê di salekê de deh firin jê 4 ên taybet vekirin, 3 aş jî ji bo hêrandina genim vekir.

Her wiha ji bo cotkaran 10 koperatîfên çandiniyê, li ser 2 hezar domin ceh vekir.

Di sala 2016‘an de 14 koperatîfên din ên çandiniyên hatin vekirin.

Di sala 2017‘an de jî hejmara koperatîfên çandiniyê gihiştin 16 an, jê yek ji bo zeviyên avî bû, komîteyên mazot û simad bi buhayê ji bazaran kêmtir ji beşdarên koperatîfê re peyda kir.

Di demên dawî de, ji bo wergirtina genim ji cotkran du embar hatin vekirin, yek li gundê Serxat û ya din li navçeya Eyn Îsa hatin vekirin.

Di tebaxa 2017‘an de Odeya Bazirganî û Pîşezasî, yekîtiyên Pîşesazî û bazirganî hatin damezarandin, bi vekirina van saziyan wê derfetên kar ji dehan kesên pispor di vê aliyê hatin peydakirin.

CIWAN

Ji bo rêxistinkirin û perwerdekirina ciwanan di destpêka 2016‘an de Meclîsa Ciwanan hate avakirin. Di dewreya yekemîn a fikirî 10  ciwan beşdar bibûn, paşê dewreyên din hatin vekirin û bi sedan ciwan tevlî bûn.

Di çaroveya xebatên meclîsê de, komîteyên "Spor, Parastin, Ragihandin, Jin, Çand û Huner, Tenduristî, Rêxistin û Perwerde" hatin vekirin.

Avakirina meclîsê, zemîna damezirandina Tevgera Ciwanên Ereb  danî. Tevgera Ciwanên Ereb di tebaxa 2016‘an de hate damezirandin. Piştî wê Meclîsa Ciwanên Tirkumen li bajaroka Hemam Tirkumen hate avakirin.

Di çarçoveya xebatên meclîs û yekîtiyan de çalakiyên ciwanan û perewrede hatin birêxistinkirin. Ji dema avakirinê ve heta niha 13 dewreyên perwerdeyê yên fikirî û leşkerî yên girtî hatin vekirin. Ciwanan ji bo parastina herêmên xwe ketîbeyên leşkerî ava kirin û di parastina bajar û navçeyê de cih digirin.

PARASTIN

Piştî rizgarkirina bajarê Girê Spî bi 20 rojan Hêzên Parastina Civakî hate damezirandin, endamên hêzê 24 saetan newbedariya parastinê digirtin.

Di 20‘ê Hezîrana 2015‘an Hêzên Asayîşê hate avakirin. Asayîş bi endam û derfetên kêm destpê kir. Paşê tevlîbûna nava asayîşê roj bi roj zêde bû.

Di sala 2016‘an de navendên hêzên asayîşê li bajaroka Hemam Tirkumen, gundê Sikeriyê yê dikeve rojavayê bajêr û li navçeya Silûk hatin vekirin.

Di cotmeha 2017‘an de polîsa hawariyê hate damezirandin.

Her wiha, bi sedan ciwanên Girê Spî, cihê xwe di nava YPG û YPJ‘ê de girtin. Li aliyekî din ji focên leşkerî hatin avakirin, ji destpêka rizgarkirinê 4 focên leşkerî hatin rizgrkirin, şervanên focan beşdarî pêngavên rizgarkirina Tebqa, Reqa û gundên Dêrazorê bûn.

Herî dawî Hêzên Erka Xweparastinê hate avakirin, destpêka avakirinê bi hêzên kantonên Kobanê û Cizîrê dihat birêxistinkirin, bi sedan ciwan tevlî nava refên Hêzên Erka Xweparastinê bû, paşê ev hêz xweser xwe bi rêxistin kir û ji hêzên kantonên Kobanê û Cizîrê veqetiya. Hêzên Erka Xweparastinê îsal du foc hatin damezirandin.

JIN

Ji beşên civakê, herî zêde jin para xwe ji hovîtiya çeteyan girt. Çeteyan li ser jinan zincîrên koletiyê feriz kirin û ew jî mafê wê bê par hiştibûn.

Piştî rizgarkirinê, gavên ber bi çav ji aliyê jinan ve hatin avêtin. Di vê çarçoveyê de mala jin, Kongreya Jin û Desteya Jinê hatin damezirandin.

Saziyên navborî, bi riya civîn û semînerên zanistî, hewl dan, jinan bi rêxistin û perwerd bikin. Her wiha komînên taybet ên jinan hatin avakirin, ji aliyê Kongreya Star ve 80 komînên jinan hatin vekirin.

Di Adara 2016‘an de,  bi armanca pêşxistina aboriya xweser, xwaringeheke, firne, du kargehên dirûtinê hatin vekirin. 6 dewreyên perwerdeyên yên tenduristiyê derbarê destwerdana lezgîn hatin vekirin. Di sala 2017‘an de 4 dewreyên din hatin vekirin, kesên ku de dewreyên mezûn bûne di nexweşxane û navendên tenduristiyê de hatin dixebitin.

TENDURISTÎ

Di aliyê tendirustiyê de jî talan dîsa para çeteyan bû, çeteyan tevahiya alavên nexweşxaneya niştimanî  dizîbûn. Niha tevî kêmbûna xebatkarên tendirustiyê, alav ji nexweşaneyê re hatin peydakirin, her wiha 3 navendên tenduristiyê li gundan, hatin vekirin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk, piştî xebatên sererastkirinê, bi derfetên kêm nexweşxaneya Wetenî ku ya herî mezin di kantonê de ji nû ve vekir û xist xizmetê.

Piştî hilbiljartinên qonaxa yekemîn û duyemîn ên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku di Sibata 2018‘an de destpê kir de, Komîteya Tenduristiyê û Meclîsa Tenduristiyê yên navçe û bajarokên kantonê hatin avakirin, her du jî girêdayî Meclîsa Giştî ya Tenduristiyê ya kantonê ne. Meclîsa Tenduristiyê ji sendîqeyên "Doxtoran, Hempîşereyan, Karker û Dermanfiroşan" pêk tê.

ÇAND Û HUNER

Herêma Girê Spî bi resebûyîna çand û hunera gelên herêmê  tê naskirin. Di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ‘ê de çalakiyên çandî hatibûn qedexekirin. Di dema desthilatdariya rêjîma Baas de jî çalakiyên çand û huner di çarçoveke teng de dihatin kirin, li gel vê yekê jî nasnameya hin pêkhateyan jî dihat redkirin.

Piştî 6 mehan ji rizgarkirinê re navenda çand û hunerê hate avakirin, hemû beşên civakê ji herdu zayînan bi berhêmên xwe yên çandî û hunerî cihê xwe di navendê de girtin. di sala 2017‘an de li bajaroka Cirn a navenda çandê hate vekirin. Her wiha Yekîtiya Hunermendan hate damezirandin.

Di navendê de 4 beş hene, "Peykersazkirin, wênexêz, mûzîk û xêzkirina erebê", di navendê de her wiha pirtûkxaneyeke hate vekirin, tê de 2 hezar pirtûk hene.

Rola Rêveberiya Xweseriyê di pêvajoya yekem û duyem a hilbijartinan de

Di îlona 2018‘an de Rêveberiya Xweser amadekariya xwe ji bo hilbijartinên qonaxa yekemîn a hilbijartinên komînan ên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê diyar kir, di vê çarçoveyê de civîn ji rewşenbîr û eşîreyan û beşên din ên civakê hatin lidarxistin û hilbijartinên qonaxê hatin pênasekirin.

Hilbijartinên Yekemîn a komînan bi serkeftî derbas bû. Di Çileya 2018‘an de di çarçoveya qonaxa duyemîn a hilbijartinan ên meclîsên herêmî, bajarok û şaredariyan de, hevserok û endamên meclîsên herêmî yên Girê Spî û navçeyên wê (Eyn Îsa û Silûk) hatin hilbijartin, endamên meclîsê 42 in li 10 komîteyan (Şaredarî, Tenduristî, Jin, Perwerde, Karûbarên Civakî û Dada Civakî, Aborî, Ciwan, Parastin û Çand û Huner) belav dibin.

(bb)

ANHA