Di rojnameyên ereban de, binpêkirinên Tirkiyê yên li Efrînê û şerê Yemenê

QSD`ê pêşveçûnên xwe yên di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê li rexê rojhilatê çemê Firatê de didomîne, di heman demê de, hêzên rêjîmê li ser sînorê Colan belav dibin û herêmên başûrê Sûriyê topbaran dikin. Bajarê Hudeyda yê Yemenê piştî rizgarkirina balafirxaneya Hudeyda ji Hûsyan li benda saeta sifire e.

Di rojnameyên ereban de, binpêkirinên Tirkiyê yên li Efrînê û şerê Yemenê
17 hezîran, 2018   04:35

NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşveçûnên QSD‘ê li rojhilatê çemê Firatê,  şerê li Idlibê, guhertina wezîrên derve û yê parastinê yên Misir û gefên Trump ên li ser Çapan mijarên serekeyê yên hefteya derbasbûyî yên rojnameyên Ereban bûn.

Tirkiye û çeteyên wê mal û milkên sivîlên Efrînê desteser dikin

Girêdayî mijara Sûriyeyê, rojnameyan behsa destdirêjiyên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li Efrîn kirin. Girêdayî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "rêxistineke hiqûqî: hêzên alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin mal û milkên Efrîniyan desteser dikin." Rojnameyê diyar kir ku rêxistina Human Rights Watch eşkere kir ku hêzên opozîsyonê ku alîkariya xwe ji Tirkiyeyê werdigirin li herêma Efrînê mal û milkên welatiyên sivîl desteser dikin û talan dikin. Rêxistinê destnîşan kir ku li gorî qanûnên şerkirinê desteserkirina mal û milkên sivîlan weke sûcekî digire dest û talankirina milkên welatiyan qedexe dike.

Di heman çarçoveyê de rojnameya El-Heyat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Yekîneyên Kurdî 15 leşkerên herdu artêşên Tirk û Azad kuştin". Rojnameyê ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel diyar kiriye ku wê li navçeya Şêrewa ya Efrînê 15 leşkerên herdu artêşên Tirk û Azad kuştine.

QSD‘ê pêşveçûnên xwe yên li rexê rojhilatê çemê Firatê didomîne

Ji mijarên sereke yên ku hefteya derbasbûyî di weşanên rojnameyên Erebî de cih girtin, Pêngava Bagera Cizîrê bû. Derbarê mijarê de, rojnameya El-Heyat sernavê "Hêzên rêjîmê nêzî bargeha Tenef dibe û QSD‘ê li başûrê Hesekê pêşde diçe" avêt. Rojnameyê diyar kir ku "QSD‘ê roja duşema derbasbûyî ragihand ku hêzên wan li başûrê Hesekê, piştî şerê giran li dijî DAIŞ‘ê du gund girtin. Çavkaniyekî leşkerî ji QSD‘ê got ku gundên Şemaş û Hilwa ên nêzî bajarê Şehdadê girtin, paşê jî gundê Ebû Hamida yê nêzî Şedadê ji aliyê hêzên wan ve hatin girtin."

MSD‘ê amade ye  bi rêjîmê re diyalogan bike

Rojnameyan her wiha bal kişand ku Meclîsa Sûriyeya Demokratîk amade ye bê şert bi rêjîmê re diyalogan çêbike. Rojnameya El-Ereb sernavê "Meclîsa Sûriyeya Demokratîk amade ye bê şert bi Şam re diyalogan bike" weşand. Rojnameyê wiha got, "Meclîsa Sûriyeya Demokratîk aliyê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi daxuyaniyekê deriyê diyalogan bi Şamê re qebûl kir û diyar kir ku ew bê şert ji diyalogan re amade ne. Endamê Desteya Siyasî yê meclîsê Hikmet Hebîb jî got, Hêzên me yên leşkerî û siyasî ji diyalogên cidî re amade ye, tu şertê me tunene."

Derbarê rewşa meydanî rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Di êrîşa hawayî ya li ser Idlibê de 11 sivîl bûne qurbanî" avêt, El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Sûriyê: Di êrîşa rêjîmê de nîvî zarok 16 kes hatin qetilkirin… Ehrar Dareya êrîş bargehên leşkerî yên Şîa dikin" weşand.

Di nûçeyê de hate gotin, "Parêzgeha Idlibê ya bakurê Sûriyê dîsa dibe rojev, bi taybet piştî operasyonên leşkerî yên rêjîma Sûriêy li dijî bajar û bajorkên parêzgehê, her wiha derketina rêxistina dewlap li Idlibê bi awayekî eşkere . Balafirên şer ên rêjîma Sûriyê herêmên bakurê bajarê Idlibê bomebebaran kir, di encamê de, 16 sivîl li bajaroka Tevtenaz hatin qetilkirin,  her wiha nexweşxaneya Nûr ji ber êrîşan ji xizmetê derket."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "NY ji rewşa welatiyên Idlibê bi fikare bi taybet ji ber bombebaranê" Rojanemeya El-Erebî jî sernavê "Rûsiya 'aloziyek kûrtir' di koçberiya ji Sûriyê liba dike" avêt. Rojnameya El-Heyat jî sernavê "hejmare koçberan di sala 2018'an de astên berê derbas kir"

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku NY ragîhand ku zêdeyî 920 hezar kes di 4 mehên destpêkê yên salê de koçber bûne û wiha dom kir: "Bi vê yekê ev hejmar di  beranberî 7 salên derbasbûyî de asta herî bilind e. Bi vê yekê hejmara kesên di hindirê Sûriyê de koçber bûne gihişt 6,2 milyon kes in û 5,6 koçberên li welatên cîran in. ev li gorî hejmarên fermî yên NY ye."

Girêdayî mijareke din a Sûriyeyê rojnameya El-Qudis El-Erebî manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Li rex çarenûsa ne zelal a devera sînorî.. fermandarekî alîgirê rêjîma Sûriyeyê: artêş parastina xwe ya ezmanî li nêzî Colanê xurt dike."rojnameyê li ser navê fermandarekî Koalîsyona Herêmî ku alîgirtiya Şamê dike ragihand ku artêşa Sûriyeyê parastina xwe ya ezmanî li nêzî sînorê bi Colanê re zêde dike.

Rojnameya El-Şerq El-Ewset bal kişand ser hewldanên Staffan de Mistura ên danîna destûra nû ya Sûriyê û wiha got: "De Mistura ragihand ku xebatên herêmî û navdewletî ji bo destûra nû ya Sûriyê hatine danîn." Rojnameyê di nivîsa xwe de da zanîn ku nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Taybet ê Sûriyê Steffan de Mistura roja pêncşemê ragihand ku wan dest bi xebatên danîna destûra nû ya Sûriyê kiriye.

Lihevkirina li başûrê têk çû û rêjîm topbarana xwe dike

Rojnameyan her wiha behsa rewşa li başûrê Sûriyeyê kirin. Girêdayî vê mijarê rojnameya El-Heyat manşêteke xwe wiha bi nav kir: "agahiyên têkçûna lihevkirina di derbarê başûr de". rojnameyê li ser navê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kirk u rêjîma Sûriyeyê amadekarî û belavkirina hêzên xwe ji bo destpêkirina çalakiyekê li başûrê Sûriyeyê berdewam dike. Her wiha di heman demê de agahî hatine belavkirin ku lihevkirina di derbarê başûr de têk çûye û ti encam ji bo vekişandina hêzên Îranê ber bi herêmên Sûriyeyê yên din ve nehatine bi dest xistin

Iraq

Rojnameya El-Ereb di rewşa Iraqê de sernavê "Hilbijartinên Iraqê aloziya siyasî û qanûnî ku dê tevliheviyê pêk bîne, derdixe" avêt. Rojnameyê got ku agirê di depoyên sindoqên hilbijartinan de pêk hat, rê li ber hin sînaryoyon dihatin dûrxistin vedike û wiha dom kir: "Ji wan jî ibtalkirina encama hilbijartinan  û jinû ve lidarxistine hilbijartin e. her wiha dibe ku hikûmeta awerte were avakirin û dema perlemtoyê were dirêjkirin."

Girêdayî mijara Iraqê jî rojnameya El-Heyat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Lîsteyên Îraqê yên mezin pêşbirkiya wergirtina hêzên bi çûk dikin." Rojnameyê diyar kir ku herdu şepêlên El-Hikmê û herdu partiyên Kurdî yên sereke fermî daxwaza serokwezîr a lidarxistina civînekê di navbera rayedarên bilokan de ji bo avakirina hikûmetê silav kirin. Hin çavkaniyan jî diyar kirin ku El-Ebadî ji piraniya hêzên din misogerî wergirtine ku dê beşdarî vê civînê bibin.

Filistîn

Girêdayî mijara Filestînê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: "Daxuyaniyên Heniyê vegera Hemas li biloka Îranê îspat dike." Rojnameyê diyar kir ku daxuyaniyên serokê buroya siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyê di van demên dawî de ya girêdayî têkliyên Tevgerê bi Tehran û Dewha û Şamê re tevliheviyeke mezin derxistiye. Ji aliyekî ve eşkere nîşan dide ku beşdarî biloka Îranê dibe tevî ku Heniye dibêje ku Tevgera wî ti carî li aliyê bilokekî bi serê xwe nasekine.

Yemen

Girêdayî mijara Yemenê rojnameya El-Ereb manşêteke xwe wiha bi nav kir: " Hudeyda li benda saeta sifir e da ku çalakiyekê li dijî Hosiyan bide destpêkirin" rojnameyê diyar kir ku hêzên Yemenê li rex hêzên Îmarat û Sûdanê bi alîkariya koalîsyona Erebî amadekariya êrîşa li dijî bajarê Hudeyda dikin.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku "Artêşa Yemenê û Berxwedana Gel deriyê ketina balafirgeha bajarê Hudeyda girtin, agahî hene ku li riya sereke ya ber bi benderê ve pêşketin."

Rojnameya El-Ereb sernavê " Griffith kêliyên bê deng ên beriya bahozê jiyan dike" avêt. Rojnameyê got ku çavdêrên siyasî destnîşan kirin ku Nûnerê NY yê Yemenê Martin Griffith karîbû pêşketina koalîsyona Ereban asteng bike û wiha dom kir: "Wî karîbû pêşveçûnahêzên hevbeş û Koalîsyona Erebî ji temamkirina rizgarkirina parêzgeha El-Hedîda asteng bike."

Misir

Derbarê rewşa Misrê de jî rojnameya El-Qudis El-Erebî sernavê "Hikumeta nû ya Misrê… Sîsî erka wezîrê parastinê û yê xizmetê xist" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku avakirina hikumeta nû ya Misrê duh pêncşemê gelek tiştên nû bi xwe re anîn û destnîşan kir ku serokê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî hewl da bi destekî hemû wezaretên rêveberiyê yên xwedî bandor bi dest bixe.

Trump dê 25 milyon koçberên Maksîk bişîne Japoniya

Girêdayî lûtkeya 7 dewletên mezin rojnameya El-Heyat sernavekî xwe wiha bi nav kir: "Trump gefan dixwe ku dê 25 milyon koçberên Maksîk bişîne Japoniya". Rojnameyê diyar kir ku serokê Emerîka di dema beşdarbûna xwe ya lûtkeya 7 dewletên mezin de gef li serokê Japoniya Şînzo Abî xwarin ku dê 25 milyon koçberên Maksîk bişîne Japoniya. Lûtkeya 7 dewletên mezin ji ber xwevekişandina Trump ji encamnameyê têkçû.