Danîmark fînanseya darayî pêşkêşî 18 sivîlên Îraqê dike

Dadgeha Danîmarkî ragihand ku Wezareta Parastinê ya Danîmarkê dê fînanseya darayî ji 18 sivîlên Îraqê re ji ber ku ew li ser destên leşkerên Danîmarkî li Îraqê di sala 2004'an rastî danûstandineke xirab hatine pêşkêş bike.

Danîmark fînanseya darayî pêşkêşî 18 sivîlên Îraqê dike
16 hezîran, 2018   10:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Danîmarkî biryar girt ku Wezareta Parastinê ya Danîmarkê dê fînanseya darayî pêşkêşî 18 sivîlên Îraqê bike ji ber ku di sala 2004'an de rastî danûstandineke xirab ji aliyên leşkerên wê ve hatine.

Li ser biryara dadgehê Wezareta Parastinê ya Danîmarkê dê 4716 dolaran ji bo her kesekî ji van 18 sivîlên Îraqê pêşkêş bike.

(jh/cu)

ANHA