Ji bo kevneşopiyên herêmê biparêze şûnwaran kom dike

Ji bav û bepîrê xwe fêrî komkirina şûnwaran bû û ji bo nifşên nû dixebite.

Ji bo kevneşopiyên herêmê biparêze şûnwaran kom dike
Ji bo kevneşopiyên herêmê biparêze şûnwaran kom dike
Ji bo kevneşopiyên herêmê biparêze şûnwaran kom dike
Ji bo kevneşopiyên herêmê biparêze şûnwaran kom dike
Ji bo kevneşopiyên herêmê biparêze şûnwaran kom dike
16 hezîran, 2018   07:29

NÛRÎ OMER-XANDÎ/QAMIŞLO

Welatiyê bi navê Elî Ehmed ji bajarê Amûde ye û ji temenê xwe yê 48 salî qetên şûnwaran kom dike. Ew ji bav û kalikê xwe fêrî komkirina şûnwaran bûye û ji sala 1991`an heyanî vî karî dike. Temenê hinek ji şûnwarên ku Ehmed kom kiriye vedigere 100 heyanî 200 salî.

Ehmed ne tenê wan şûnwarên ku komkiriye diparêze,lê li dikaneke ku ji sala 2009`an ve vekiriye rêz kiriye û gel li wan şûnwaran dinêrin.

Ehmed bi parastina van şûnwarên kevn re dixwaze her tim jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê (Suryan, Kurd û Ereb) biparêze. Niha li dikana wî tizbî, cilûbergên kurdî, ristik, alavên mûzîkê, gulîsk û hwd hene. ku pêkhateyên herêmê di salên berê de bikartanîn, hene.

Elî Ehmed ji temenê xwe yê 11 salî dixebite vî karî dike û hingî ji vî karî hezdike, şûnwarên kevn li gel kî bibîne ji wan dikre û li gel xwe radike.

Elî anî ziman ku ew ji bo vejînkirina çand û kevneşopiyên pêkhateyên herêmê ew van şûnwaran kom dike û diparêze.

(np)

ANHA